NAVENDA NÛÇEYAN – Ji alî rêxistina Ciwanên Başur, Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer, di bin şîara “Ji Bo Kurdistanek Yekgirtû û Azad Faşîzmê û Dagirkeriyê BIRÛXÎNE” li Qendîlê Pêngava Seferberiya Heftanîn hatibû îlan kirin.
Piştî îlan kirina Seferberiya Heftanîn 6 ciwan û jinên ciwan ji ber rêgirtina PDK bi şêwazên cûda xwe gîhandina qadên azad û tevlî refên Gerîllayên Azadiyê bûn.
Ciwanek din yê ji Başurê Kurdistanê tevlî gerîlla bû. Navê ciwanê ku tevlî gerîlla bûye Hestiyar Kamiran e. Ji bajarê Silêmaniye.
Di derbarê tevlîbûna xwe ev gotin:
“Ez wek gencekî ji Herêma Kurdistanê ji bo Seferberiya Heftanîn tevlî gerîlla bû me. Ji bo helwestê xwe li hember dagirkeriya Tirk nîşan bidim. Ez wek gencekî Herêma Kurdistanê bangawazî hemû gencên Kurdistanê dikim ku tevlî gerîlla bibin.”