STENBOL – Tevahiya daxuyaniyê ya ku Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê dayî wiha ye:
”Têkilî miwekîlên me yên li Girtîgeha Imraliyê, Brz. Ocalan, Brz. Yildirim, Brz. Konar û Brz. Aktaş qedexeyên danûstandinê yên bi biryarên dijî hiqûqê û bi hincetan têne bicihanîn bi hêla Covîd-19’ê ve ketiye halekî girantir û fikaran çêdike. Beriya niha me bi raya giştî re par ve kiribû ku li ser vê mijarê ji bo tevdîrên hewce yê tendiristiyê werin standin û bi rêbazên lêhatî danûstandin çêbibe, serlêdanên ku me kirine piştî ku hatin redkirin 19.06.2020’an bi daxwaza tevdîrê me serî li Dadgeha Destura Bingehîn dabû.
BIRYARA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN
Dadgeha Destûrê 22.07.2020’an di biryarê de ya ku teblîxî me kirine daxwaza tevdîrê ya serlêdana me, ”mirov nikare bibêje ku talokeyeke wiha ya cidî li ser jiyana serlêdaran an jî ji hêla madî an jî manewî ve bandorê dike heye, ku biryara tevdîra lezgîn hewce bike” û red kiriye. Serlêdana me ya ku bi îdîaya dijberiya Destûrê yej î, ji hêla esasî ve derbasdar e. Li ser vê mijarê heke li gorî hiqûqê be, em wiha difikirin ku dive Dadgeha Destûra Bingehîn ji hêla esasî ve biryara binpêkirinê bide. Lê biryara redkirinê ya daxwaza me ya tevdîrê ya Destûra Bingehîn, dîsa bi daxwaza ku tevdîrî bilez deyne ber xwe, li ber Dadgeha Mafê Mirovan hatiye danîn.
‘SERAQET ŞOPANDINA TENDIRISTIYÊ Û DANÛSTANDIN ŞERT E’
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dîsa piştî serlêdana me ya têkilî Rêzdar Ocalan, di biryara 2014’an de bi rengekî aşkere hikim li ser dabû ku rejîma Înfaza Miebetê ya girankirî ya li ser miwekîlê me, binpêkirina Xala 3’yan a ‘Qedexeya Êşkenceyê’ ya Peymana Mafê Mirovan e. Ev biryar belgeya aşkere ye ku Pergala Tecrîdê ya Imraliyê ku ev 21 sal in didome, bi wesfê êşkenceyê ye. Di pêvajoya hêla Covîd-19’ê de bi rengekî domdar berdewamkirina vê, bandora tecrîdê ya li ser miwekîlan zêdetir dike. Her wiha ji hêla miwekîlên me ve, şertên resen ên Girtîgeha Girava Imraliyê, dema ku li girtigehê derbas kirin, temen û hin pirsgirêkên tendiristiyê yên kronîk, hewce dike ku tim ji hêla tendiristiyê ve werin şopandin, hêla Covîd-19’ê vê hewcehiyê zêdetir dike.
‘BIRÊZ OCALAN BAL KIŞANDIBÛ SER RÎSKAN’
Tecrida Imraliyê ku serdemên berê bi arizeya keştiyê, muxalefeta hewayî an jî BHQ’yan rewşa awarte dihate girankrin van du salên dawî bi cezayên disîplînê yên periyodên diyar tê girankirin. Ev cezayên disîplînê metnên yasayan ên halê hazir jî tine dihesibînin, bi rengekî ku bibe sûc kêfî û ji kontrola hiqûqê tê revandin.
Têkilî pandemiya Covîd-19’ê beyannameya rêgezan a WHO’yê û CPT’yê ya ku di şertên pandemiyê de li girtîgehan were bicihanîn tê zanîn. Her wiha Wezareta Dadê jî li ser vê mijarê biryarên bi wesfê tevdîrê standin û bicihanîn didome. Tenê 27’ê Nîsana 2020’an bi encama zexta zêde ya raya giştî li Girtîgeha Imraliyê axaftina bi telefonê ya pêşî û tekane ya 20 deqeyan pêk hatibû. Birêz Ocalan di wê hevdîtinê de gotibû, ‘niha rewşa me baş e, lê piştre wê çi bibe nizanim’ û bal kişandibû ser rîskên pêkan. Jixwe piştî wê rojê destûrê nadin ti derfeteke danûstandinê.
Di warê sîstema siyset û hiqûqa Tirkiyeyê de Sîstema Tecrîda Îmraliyê her roja diçe hê şênber dixuyê bûye prototîpek. Tirkiye li gelek qadan di warê bê hiqûqî û kêfiyetê de dibe weke Imraliyê. Sala borî li ser gotina Wezareta Edaletê ya ku li Imraliyê mijara hevdîtina malbat û parêzeran ti astengiyek nîne, çiqasî hate pêkanîn di raya giştî der derket holê. Çawa ku piştî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtina bi parêzaran û şûn de ti hevdîtinek din pêk nehat, dîsa muwekîlên me yên din ên li gel Birêz Ocalan ên li Girtîgeha Imraliyê tên ragirtin, nêzî 5 sal in ti hevdîtinek bi parêzerên xwe re nekirine. Ev mijar tenê bi Îmraliyê ve ne girêdayî ye, belku mijara mafê mirovan, hiqûqa demokratîk û têkoşîna siyaseta demokratîk e jî. Wiha dixuyê ku bêhiqûqî û kêfiya ku li Îmraliyê neyê astengkirin, wê li ti deverên din jî neyên astengkirin.
‘DIVÊ DMME BI LEZGÎN BIRYAREKÊ BIDE’
Li gel serlêdana dosyaya me, mîna serlêdanên me yên din jî hatî kirin, wê bibe rojeva Sîstema Hiqûqê ya Ewropa û Demokrasiya Ewropayê. Nexasim Tirkiye tevî hemû nakokiyan; bi taybet di warê pratîka darazê, li gorî peymanên navneteweyî û Destûra Bingehn parçeyek ji Sîstema Mafê Mirovan û Hiqûqa Ewropayê ye. Divê DMME rê nede sîstema êşkencê ya kêfî û dewam dike. Berovajî DMME’yê girêdayî peymana avakirinê û felsefeya xwe wê rê li ber nebaweriya wê derkeve pêş. Ji bo vê biryara ku DMME bide wê tenê bi Imraliyê re sînordar nemîne, wê bibe biryareke derbarê sînordarkirin an jî belavbûna bêhiqûqî û kêfîbûnê.
Daxwaza me ji DMME’yê li gorî peymana avakirina xwe di çarçoveya nêzîkatiyên dijî mirovî û qedexekirina peywendiyan ên di demê pandemiyê de giran bûne, bi lezgîn bigire û biryara xwe ya tedbîrê bide. Em vê serlêdana xwe ji bo hemû pêşkêşî hemû raya giştî û hestyar dikin.”