NAVENDA NÛÇEYAN – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbatan di serlêdanê de ya li Serdozgeriya Komara Bûrsayê gotin ew dixwazin Cejna Qurbanê xizmên xwe bibînin. Malbatan xwestin ku daxwaza wan di navbeyna 31’ê Tîrmehê û 3’yê Tebaxê de di rojeke pêkan de pêk were.
Malbatan her wiha xwestin ku di navbeyna 31’ê Tîrmehê û 7’ê Tebaxê de di rojeke pêkan de derfeta axaftina bi telefonê were naskirin.