BEHDÎNAN – Ji alî rêxistina ciwanan, Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer ve di 30’ê Hezîranê de li Qendîlê bi şîara “Ji Bo Kurdistanek Azad Û Yekgirt Faşîzm û Dagirkeriyê BIRÛXÎNE” Pêngava Seferberiya Heftenînê hatibû ragihandin.
Piştî îlan kirina Pêngava Seferberiya Heftanîn Ciwanên Binarê Qendîlê bi daxuyaniyek, gelek ciwan û jinên ciwan jî li ser medya û medyaya civakî tevlîbûna xwe ya Seferberiya Heftanînê ragihandibû.
Gelek ciwan xwestibû ku biçin Heftanînê lê ji ber rêgirtina PDK’ê ciwan xwe nikarîbû bigîhanda Heftanîne. Heta niha 7 ciwan û jinên ciwan ji ber rêgirtina PDK’ê xwe gîhandiye qadên azad û tevlîbûna xwe ya nava refên Gerîllayên azadiyê aşkere kiriye.
Di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftanîn de piştî bangawaziya Endamê Komîteya Rêveber ên PKK Murat Karayilan û Duran Kalkan, komekî ji 4 Ciwanên ji Başurê Kurdistanê pêk tê berê xwe dan qadên azad û tevlîbûna xwe ya refên gerîlla bi daxuyaniyek ji raya giştî û çapemeniyê re ragihand.
Daxuyaniya Ciwanan wiha ye;
“Em wek grubekî ciwan ji Başurê Kurdistanê me başdarî di nava tevlî refên gerîlla kiriye. Di çarçoveya Pêngava Sefeberiya Heftanîn ku li hember dagirkeriya Tirk hatibû ragihandin em beşdarî nava refên gerîlla bûne. Em ê nehêlin ku dagirker axa me dagir bike. Heta em nefer bigirin em ê tekoşîn bikin. Bangawazî li ciwanên Başurê Kurdistanê dikin ku tevlî nav refên gerîlla bibin. Li hember dagirkeriya Tirk serî hilde.”
Daxuyanî bi sloganên “Serî Hilde” bi dawî bû.
Heta niha 11 ciwan û jinên ciwan di Pêngava Seferberiya Heftanînê de bi derfetên xwe, xwe gihandine qadên azad û tevlîbûna xwe ya nava refên Gerîllayên azadiyê eşkere kirine.