DİHOK – Li gorî nûçeya Rojnewsê îşev balefirên dewleta Tirk a dagirker li komelgeha Bagêre ya ser bi navçeya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê, li wesayîteke sivîlan xistin.
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker carek din li Amêdiyê wesayîtek sivîlan kirin hedef. Tê gotin du kesan di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî zanyariyan, di encama êrîşê de wesayît bi temamî şewitiye û tê gotin 2 kesên di nava wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane. Lê têkildarê bûyerê hîn zanyariyên zelal bi dest neketine.