NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Qada Botanê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de cerdevanî û kontrabûnê derdixe pêş û banga bihistyariyê li gel kir. Fermandariyê diyar kir ku ji ser hin kesên li gundê Osyanê ev polîtîka tê meşandin.
Daxuyaniya Fermandariya Qada Botanê ya HPG’ê wisa ye:
“Dewleta Tirk a dagirker di vê pêvajoyê de li dijî gelê Kurd polîtîkayeke înkar û îmhayê ya mezin didomîne. Hedef ne bi tenê gelê Kurd e, di heman demê de dîrok û xwezaya Kurdistanê jî dike hedef. Li Botanê jî baregeh û rêyên leşkerî çêdike. Ev tiştên tên kirin ji bo dîroka herêmê îmhayeke bêdawî ye. Ev der ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên herêmê jî girîng e.
Di heman demê de dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê dike hedef, erdan dişewitîne û dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan didomîne. Agir bi gelek cihan dixe, daran dibire. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze xwezaya Botanê ziwa bike. Ji bo van tiştan jî hin kesên li herêmê bi kar tîne. Divê gelê me bi van lîstikan nexape û li hemberî van kesan jî helwesta xwe zelal bike.
Em ji nêz ve dişopînin ku dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de cerdevantî û kontratiyê derdixe pêş. Wekî ku tê zanîn dewleta Tirk bi van polîtakayan dixwaze xeta îxanetê derxe pêş. Ev polîtîka jî bi taybetî ji aliyê hin kesên li gundê Osyanê tê kirin.Agahî tên ber destê me ku hin kesên xwe firotine, kemînê li ber hevalên me vedidin, dixwazin cih û warên gerîlayên azadiya Kurdistanê tespît bike. Divê gelê me îxaneta van kesên li gundê Osyanê qebûl neke. Wekî ku tê zanîn li vî gundî Resûl, Zinar û Bîrhat ji bo gel û welatê xwe biparêzin li Herekol, Cûdî û Gabarê li hemberî dewleta Tirk şer kirin. Helwesta herî rast a gundê Osyanê divê ev be ku bi berxwedana van qehremanan serbilind bin û li ser şopa wan bimeşin. Ev heval li dijî îxanet û hevkariya bi dijmin berê xwe dan çiyayên azad û bûn xwediyê helwesteke bi rûmet. Em bang li gelê xwe yê li gundê Osyanê dikin ku divê xwedî li van nirxên pîroz derkevin û li hemberî hevkarên dijmin jî helwesta xwe zelal bikin.
Dem dizanin ku gelê Botanê xwedî rabirdûyeke berxwedêr e. Li hemberî zext û pêkutiyên dijmin, bûne xwediyê helwesteke bi rûmet. Em dizanin ku wê li dijî hewldanên dijmin wê ji bo nirx û xwezaya xwe bibin xwediyê helwesteke bi rûmet.
Em gerîlayên Botanê berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê li hemberî vê îxanetê têbikoşin û nehêlin ku dijmin bigihêje armanca xwe. Em çawa girêdayî soza xwe ya ji bo şehîdên qehreman û gelê xwe bûn, em ê ji niha û şûnde jî girêdayî soza xwe bin.”