NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengtîya Yekîtiya Jinên Ciwan dibin durişmeya ‘Serhildana Jinên Ciwan Tolhildane!’ hemleya tevlîbûna nava refên Gerîllayên Azadiyê hate destpêkirin. Jinên Ciwan ên ku bi daxuyaniyekê ji çapemeniyê re hemle ragihandin, li hemberî dagirkirinên li ser Heftanîn, hemû Çiyayên Kurdistan û bajaran 14 jinên ciwana tevlî nava refên Gerîllayên azadiyê bûn û bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan dest bi hemle kirine.
Daxuyaniya çapemeniyê ya jinên ciwan wiha ye;
“Em wekî Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakur û Rojhilata Suriyê hemleyekî didin destpêkirin. Bi durişmeya ‘Serhildana Jinên Ciwan Tolhildane!’. Êrîşên dewleta Tirk a Dagirker li ser 4 parçeyên Kurdistanê berdewame, em jî wek jinên ciwan li hemberî wan tiştan berê xwe didin Çiyayên Kurdistanê.
Mirin, dagirkerî, tecawiz ji destê dewleta Tirk a dagirker ve ser Kurdistan tê meşandin. Dewletên din jî piştgirî didin wan û qabul dikin. Jiyanê ku Serok Apo dixwaze Rojhilata Navîn da avabike, ji bo dewletên kapîtalîst tirsekî mezin avadike. Em jî wek jinên ciwan xwediyê Serokê xwe derdikevin û berê xwe didin Çiyayên Kurdistanê. Îro Heftanîn de şerekî dijwar dimeşe. Di kesayetê Şehîd Nucan, Çekdar, Esmer û Zeryan de berxwedanê berdewam dike. Em jî şopdarî wan şehîdên xwe bibin û em tolê wan ji dagirkeran hilînin. Gerîllayên me HPG û YJA- Star ji me re bang dikin da ku em jî tevlî berxwedanê bibin. Em jî bersiv didin ji bangê wan re û berê xwe didin Çiyayên Kurdistanê. Hemû jinên Kurd re bang dikin, ew jî berê xwe bidin Çiyayên Kurdistan de. Em jî berê xwe didin vê şerê. Ji bo zarokên Kurdistanê Tolhildan! Ji bo axên Kurdistanê Tolhildan! Ji bo Efrîn, Serêkanîyê, Girê Spî Tolhildan!”