NAVENDA NÛÇEYAN – Yekemîn Pêşbirka Şewekarî, Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Şînyar Kawa bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer di dîroka 5’ê Tîrmehê 2020 li bajarokê Çemçemal pêk hat.
Pêşbirka 1’emîn di bin dirûşma ‘Çanda sermayedarî birûxîne’ destpê kir, 70 berhem di warê çîrok, wênekêşî, şêwekarî li xwe digire.
Piştre jî berhemên ku hêjayî xelatê hatin dîtin, hatin eşkerekirin û hatin xelatkirin.
Çîroka ku pêla yekemîn girt ya nivîskar Raz Letîf bû ku qala jiyana Gerîllayeke jin dike ku bi sedema azadî û berxwedan li hember dijmin û dagirkeriya li ser kiçka xwe qutbûye. Di dema ku kiçka wê zaroke dihêle û diçe Çiya û tevlî refên Gerîlla dibe.
Peyamekê ji bo kiçka xwe dihêle û di peyamê de dinvîse ez diçim heya azadî ji bo te û hevalên te û gelê xwe bi dest bixim, di dawiyê de dinvîse xwe baş mêze bikin û serkeftin ji bo we dixwazim.
Piştî çand sala şevêkî dema ku li Çalakiyekî serkeftî vedigerên kiçka xwe tê ye bîra wê, ji bo wê jî biryar dide dîsa peyamekê ji bo kiçka xwe binvîse, di nav rewşekî wiha de dujmin li pay wan û dixwazin xwe li êrîşa dijmin derbas bikin, dîsa ji dixwaza ev ji bo kiçka xwe zelal bike ku ew çima tevlî refên Gerîlla bûye.
Dinvîsa sedema yekemîna qut bûna dayik ji Zaroka xwe mirine, ya duyemîn li ber xwedê û ol û bawerî, ya sêyemîn ax û welate.
Ez bi tenê diya te me am a ax û welat diya me hemûya ye. Ji ber ku ez bibime dayikekî baş cesaretêkî bê hempa lazime, ji bo ku li ber te û hemû zerokên weletên xwe Şer dikim, ev jî cesaretekî mezin pêwîste heya tu bikarî bi bibê deyikekî wisa. Di dawiyê de dinvîse ez hêvî dikim ku dema te mezin dibê ax û welatên me azad be. Ger ku ev Çênebû hêvî dikim tu jî ji bo ax û welat û azadî tekoşîna xwe bidomenî, bibê şervaneke azad.
Dema ku dawî bi peyama xwe tîne, dijmin êrîşa ser wan dike û yekemîn mermî li wê dixin û Şehîd dibe.