BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 2 gerîlayên li Avaşîn şehîd bûbûn eşkere kir.
HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:
“Me di daxuyaniya xwe ya 28’ê Tîrmehê de ragihandibû ku di êrîşa artêşa TC a dagirker a 27’ê Tîrmehê ya li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê de Hevrêyên me Helmet û Tekoşer şehîd bûne, bi raya giştî re parve kiribû. Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Helmet Kine Nav û Paşnav: Cemîl Muhammed Cihê Jidayikbûnê: Kobanê Navê Dayikê-Bav: Rabîa – Îbrahîm Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 27’ê Tîrmeha 2020 |
Helmet – Cemîl Muhammed
Nasnav: Tekoşer Kahraman Nav û Paşnav: Rojhat Akdag Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayikê-Bav: Ayten – Rahmî Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 27’ê Tîrmeha 2020 |
Tekoşer – Rojhat Akdag
Dewleta Tirk a faşîst bi armanca ku xeyalên xwe yên dagirker û mêtingeriyê li Kurdistanê bi cih bîne, hemû derfetên di destê xwe de seferber kiriye û êrîşên xwe didomîne. Armanca esasî ya dewleta dagirker tinekirina gerîlayên azadiyê û stratejiya xwe ya dagirkeriyê gav bi gav pêşvebirine; di vê çarçoveyê de di serî de li qadên gerîla ketiye nava hewldanên êrîşên dagirkirinê li Kurdistanê pêş bixe. Li dijî hêzên dagirker berxwedana destanî û dîrokî ya gerîla berdewam e. Kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê bi fedekarî û berxwedanê wê di kîjan astê de vê têkoşînê bidomînin hê pêngavên yekem ên têkoşînê nîşan dabûn. Dewleta dagirker a ji vê rastiyê qût bi derfetên teknolojiya nû, carekî din bi hêvî bûye ku bi hemû hovîtiya xwe êrîşî tevgera azadiyê kiriye, gerîlayên azadiyê dewleta Tirk tarûmar kir, carekî din ispat kirin ku hêzekî fedayî û nayên têkbirinin. Gelê Kurd û ciwanên wê ji derewên şerê taybet ên dewleta Tirk bawer nakin û berê xwe didin nava refên gerîla, bi xwedîderketina li mîrasên şehîdan, bersivê didin. Hevrêyên me Helmet û Tekoşer jî weke pêşengên birûmet ên vê têkoşînê ji bo têkoşîna şehîdan bigihîne serketinê, gihiştin mertebeya xwedîbûna kedên mezin.
HEVRÊ TEKOŞER, RAST, DILNIZIM Û KEDKAR BÛ
Hevrê Tekoşer sala 1993’an li Colemêrgê hatiye dinê û bi hişmendiyeke mezin a welatparêziyê mezin bûye. Hevrê Tekoşer di demê xwendinê de ku yek ji navendên asîmlasyona dewletê bûn, rastî dît, heskirina wî ya ji bo tevgera azadiyê çêdibe û sala 2015’an de berê xwe dide nava refên gerîla. Li gel avntajê li gund mezin bûyîn û malbatê di demekî kin de digihêje asta gerîlayekî kêrhatî û zîrek. Hevrêyê me Tekoşer piştî perwerdeya xwe ya yekem diçe Zagrosan, her demê bi kesayetiya xwe ya kedkar, rast û dilnizim ji bo hevrêyên xwe dibe çavkaniya kedê. Demek dirêj li Zagrosan gerîlatiyê dike, tevî gelek çalakiyên derbên xurt li artêşa TC a dagirker dide bûye, bûye xwedî kedekî mezin. Ji roja tevlî bûyî heta şehîdbûnê hemû erkê û berpirsyariyên girtî, bi baweriyeke mezin bicih aniye.
GIHIŞT WÊ SERKETINÊ KU BIBE LAYÎQÎ NAVÊ HELMET
Hevrêyê me Helmet jî sala 1998’an li Kobanê ya bi qehremaniya xwe ji bo hemû gelên hejar ên cîhanê bûye hêvî û bi berxwedanê li hemû cîhanê hatî nasîn hatiye dinê. Di sala 2019’an de tevlî refên gerîla bûye. Piştî şehîdbûna Fermandarê Mezin Helmet ê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibe û şûnde navê xwe weke Helmet diguhere. Piştî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê giran bûn û şûnde li ber vê bêdeng nema û tevlî gerîla bû. Piştî perwerdehiya xwe ya bingehîn, ji bo biçe eniya pêş hewldanekî mezin dike, demekî kin dibe gerîlayekî jêhatî. Hevrê Helmet bi hewla xwe ya têkoşînê sekna fedayî, demekî kin serketinên mezin bi dest dixe, dibe layîqî navê ‘Helmet’.
Di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe Tekoşer û Helmet û hemû gelê xwe yên welatparêz re dixwazin. Soz didin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serketinê.”