ŞAHO – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rizgariya Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya 7 gerîlayên ku di êrîşa Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) a dewleta Tirk a 7’ê Tebaxê ya li ser Balûse ya girêdayî Şarbajêr a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
YRK’ê li ser mijarê ev agahî da:
“Di 7’ê Tebaxê de encama êrîşên balafirên şer ên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker a li herêma çiyayê Basûlê de komek a hevalên me ku ji 7 kesan pêk dihat û 2 welatparêz şehîd bûbûn.
Dijminê gelê Kurd xwedî dîrokeke dirêj a qirkirin û dagirkirinê ya li ser gelê Kurd heye. Ji bo vê jî pêk bîne her carê êrîşên xwe bi her rengî pêk anîne. Êrîşa ku li Çiyayê Balûse pêk hat jî nîşana vê yekê ye, dijminê Kurd li kû dibe bila bibe hebûna Kurdê Azad qebûl nake û weke metirsiyekê ji bo desthilata xwe dibîne. Bila dijmin baş bizanin ku li ser hizir û felsefeya Rêber Apo ruhekî netewî hatiye avakirin, ne êrîş û ne jî xiyaneta hevkaran wê nikaribe wî ruhî û yekîtiya nava gelê Kurd nikare lewaz bike. Her diçe ev ruh geş û belav dibe. Şehîdbûna van hevalên her yekê ji parçeyek Kurdistan dide nîşandan ku gelê Kurd li kû dibe bila bibe bi yek netew û ji bo yekîtiya gelê Kurd têkoşîn dike. Di vê êrîşê de 6 hevalên jin jî carekî din diyar dike ku pêşengayetiya tevgera azadî jina azad dike, dîsa xeta Apoyî xeta jina azad e. Bi teqez wê ev xeta azadiya gelê Kurd mîsoger bike.
Em YRK di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe hemû gelê welatparêz re dixwazin. Em soz didin em ê li ser şop û xeyalên şehîdan bimeşin. Banga me ji bo hemû gelê Kurd û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê dikin ku xwedî li malbatên şehîdan derkevin, malbatên şehîdan bi tenê nehêlin. Her wiha bang li ciwanan dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin, çek û tola şehîdan li erdê nehêlin.”
NASNAMEYA GERÎLAYÊN ŞEHÎD
Nasanameya gerîlayên şehîd bûne wihan e:
Nasnav: Ozgur Kurdistan
Nav û Paşnav: Songul Dîlman
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Xarzan- 2015
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Basûle-Asos/ 7’êTebaxa 2020
***
Nasnav: Bêrîvan Taqedar
Nav û Paşnav: Arzû Muhemedî
Cih û Dîroka Tevlîbûn: Sine- 2017
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Basûle-Asos/ 7’êTebaxa 2020
***
Nasnav: Rojbîn Gulnaz
Nav û Paşnav: Dozgun Omer
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Kobanê- 2015
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Basûle-Asos/ 7’êTebaxa 2020
***
Nasnav: Şîlan Şahoz
Nav û Paşnav Esrîn Xelîl
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Serêkanî 2015
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Basûle-Asos/ 7’êTebaxa 2020
***
Nasnav: Vejîn Doxan Kurdistan
Nav û Paşnav: Dîlan Mehmûd
Dîroka Tevlîbûnê: Qamişlo-2017
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Basûle-Asos/ 7’êTebaxa 2020
***
Nasnav: Rêzan Kurdistan
Nav û Paşnav:Ferhat Xidirlekî
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Sine- 2015
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Basûle-Asos/ 7’êTebaxa 2020
***
Nasnav: Eylem Cûdî
Nav û Paşnav Medîne Şêxo
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Koban-2018
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çiyayê Basûle-Asos/ 7’êTebaxa 2020