NAVENDA NÛÇEYAN – Komalgeyê Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) encamnameya kongreya xwe ya 3’emîn weşand.
Di encamnameya kongreya 3’emîn a KODAR’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Sêyemîn kongreya me a KODAR’ê li çiyayên azad ên Kurdistanê bi beşdariya endam û pêkhateyên sazî û komîteyan bi şiara ‘Em bi ruhê şoreşa gelan civakê birêxistin bikin û Kurdistanê azad bikin’ di 8’ê Gulana 2020’an dest pê kiriye û di 9’ê Gulanê de ya roja şahadeta şehîdên berxwedana zindanan e, bi awayeki serkeftî bi encam bûye. Bi rasthatina roja 9’ê Gulanê ku 10’emîn salvegera şahadeta rêheval Ferzad Kemanger, Ferhad Vekîlî, Elî Heyderiyan û Şirîn Elemhûlî ye, kongreya me peymana bi şehîdên berxwedaniya zîndanan û şêhidên azadiyê ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de şehîd bûne di şexsê şehîd Argeş Karzan, Tolhildan Sine, Rojhat Bokan, Dilovan û Îqbal Moradî de nû kiriye. Di heman demê de xebatên sê salên borî di çarçoveya tehlîl û paradîgmaya Rêber Apo de hate destgirtin û li ser bingeha Modernîteya Demokratîk nîqaşên bi nirx û avaker pêşketin. Her wiha di kongreya me de li beramberî kêmasî û qelsiyên heyî rexnedayîn hate dayîn û ji bo berfirehkirin û pêşvebirina xebatan, bername û plansaziyeke berfireh ji bo pêşerojê hate diyarkirin. Xebatên sazî, rêxistin û rêbazên kar hatin bidestgirtin; li gor wê jî ji bo ku bandora xebatê zêdetir bibe û komîte û rêxistin hîn zêde bi karîger bibin, biryara ji nû ve birêxistinkirina xebatan hate girtin. Di kongreya me de rêheval Gulan Fehîm û Fûad Bêrîtan wek Hevserokên KODAR’ê û endamên desteya rêvebir a KODAR’ê ku bi giştî ji 18 kesan pêk tên bi dengdayina delegeyan hatin hilbijartin.
Di kongreya me de rewşa siyasî di asta navnetewî û herêmî de bi berfirehî bû mijara nîqaşan û di vê çarçoveyê de şert û mercên girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin nîqaşkirin û bal hat kişandin ku çanda berxwedaniya ku li zîndanan de hatiye pêş xistin ji bo wek çeperekî têkoşînê were parastin bi berpirsyarî were tevgerandin û bi wê yekê jî siyaseta qirkirinê li beramberî civakê were têk birin. Di Kongreye me de girîngiya hevgirtinê li derdora xeleka nirx, destkeftî û danehevên civakî hate dupatkirin. Herwiha ji bo berfirehkirin û rêxistinkirina van berhemên mezin ên civakî, bal hatiye kişandin ku ji bo bîranîna rêya şehîdên parêzvanên ekolojiyê Şerîf Bacwer û rêhevalên wî û şehîdên serhildana meha Abanê wate Cotmeh û Mijdarê şehîdên kedkarên tendirûstiya civakê ku di têkoşîna li dijî vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dan, berz were ragirtin.
PERGALA NETEWE-DEWLET NE ALTERNATÎF E
Kongreya me bi bîr xist ku herêma me di nav şert û mercên ku bûye navenda şerê cîhana sêyemîn û sîstema neo-lîberal ya cîhanî ya dagirkeriyê jiyan dike ku ev yek li herêm û cîhanê pêvajoyek nû daye destpêkirin. Rojhilata navîn bi guhertinên lez û piralî re rûbirû ye, şert û mercên heyî ji hêla siyasî û leşkerî pir dişibe dema şerê cîhanê yê yekemîn. Ji ber ku împaratoriyên wê demê êdî nedibûn bersiva civakê û ber bi rizandinêve diçun, pergala kapitalist jî, ji bo berjewendî û çerxa xwe ya sermaye bide berdewamkirin xwe bi navê netew-dewlet wek sistemekê alternatif ava kir. Lê kongreya me jî sedemên dîrokî û rojane ên ku rê li ber vê rewşa heyî vekirine, bi kûrahî lêpirsîn kiriye û daye diyarkirin ku sîstema netew dewlet ê ku xwe wek alternatîfek nîşan dide di rastiyê de ne alternatîfek e. Li gorî vê di roja me ya îro de sîstema netew dewlet, ji ber bersivnedayîna daxwaz û çareser nekirina pirsgirekên gel û xweferzkirina yekalî, ferdî, mêtingerî û ji bo firehkirina bazara serbest tunekirina jingehê ve yek bi yek hildiweşe. Bi vê sedemê Rojhilata Navîn ku bûye goristana projeyên netew-dewletên Rojavayê, êdî van nêzîkatiyen pragmatik wek astengiyeke cidî li pêşberî xwe dibine û ji ber vê yekê li dijî vê rewşê di nav berxwedaniyê de ye. Şerên vesayet û yên yekser ku hemû hêz di nav şer de ne, windahiyeke mezin ya însanî, tunekirina avaniya heyî bi xwe re aniye. Lewra Kongreya me carek din dest nîşan kir ku, sîstema desthilatdar ya cîhanî û herêmî ku ev demeke ketiye nav krîzê, karîgeriya xwe ji dest daye û bi tu awayî ji bo gelên herêmê nabe modeleke serkeftî û çaresaz.
Tespîtên ku li Kongreya me de jî hatine kirin dide nîşandan ku, hêzên herêmî û cîhanî li pey wê ne ku nerazîbûn û têkoşîna gel û civakê li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin. Hêzên desthilatdar ku xwe wek piştevan û parêzvanên civakê nîşan didin li herêmê jî bi heman armancê di bin wê siyasete de qirkirina çandî û şerê taybet didin meşandin. Hêzên heremî jî îddîa dikin ku li beramberî hêzên desthilatdar yên rojava hebûna siyasî û civakî ya gelan diparêzin. Lewra di rewşa heyî de behsa projeyekê pergala netew dewletê ku ji daxwazên gel re bibe bersiv kirin badilheva ye.
Di Kongreya me de hate diyarkirin ku ev rewşa mijara gotinê ji bo rejima Îranê jî derbasdar e. Rejima îranê ku ev 40 sal in bi qeyran, alozî, gendali, dizî, derew û bi darê zorê dixwaze sîstema xwe bi rê ve bibe îro êdî di nava qeyrana ku bi xwe ava kiriye de dixeniqe. Rejîma Îranê bi polîtîkayên cîhekar, nîjatperest, qirker, rêgezperest ve dixwaze di nav civakê de serweriyek xwe bide avakirin. Ji ber wê yekê jî serî her cûre kiryarên faşîst dide. Nasname, bawerî, rêgez û çanda civakê yên bingehîn dike mijara siyaseten xwe a cîhekar. Ev yek jî bi xwe re her ku diçe qeliştokên heyî kûrtir û mezintir dike. Lewra pêdiviya guherîna rejime ji herdemê zêdetir tê dîtin.
PÊWISTÎ BI ENIYÊN HEVBEŞ HEYE
Giredayî wê mijarê di Kongreya me de nebûyîna muxalefetekî yekdest li hember rejima faşîst a Îranê jî hate dest girtin. Bi taybet jî sekna bi parçe ya hêzên muxalefetê wek hêzdayinekê ji bo rejîmê hate nirxandin û bal hat kişandin ku pêwistiya eniyekî hevbeş, yekgurtî ji herdemê zêdetir di wê demê ku bikaribe erk û berpirsiyariya avakirina sîstemekê demokratîk, adilane û wekhev bigre heye.
Kongreya me li gor têgihiştina vê rastiyê û esasgirtina nêrîn û felsefeya kûr ya Rêber Apo, xeta sêyem -ango têkoşîna di nav eniyên civakê û dûr ji qutbên desthilatê- wek rêbazeke girîng ya têkoşînê hilbijartiye. Bi vê armancê jî bi pêşkêşkirina formeke nû ya rêxistinbûna civakî û çandî li ser avakirina zîhniyeta kolektîf ya Rojhilata Navîn û esas girtina hevgirtina gelan li ser bingehê xeta berxwedaniya dîrokî di nav sîstema konfederalîzma demokratîk ya gelan, erka pêşengtiya xeta sêyem hildigire. Rêxistinbûna KODAR’ê bi vê zanist û têgihiştina siyasî û civakî ji bo çareseriya pirsgirêkên ku li ser hev kombûne yên li Rojhilatê Kurdistanê pêngav avêtiye. Kongreya me KODAR bi tehlîlkirina rewşên Rojhilatê Kurdistanê û agah ji pêdivî û daxwaziyên dîrokî û nû yên ji şertûmercên nû yên civakî, siyasî û çandî çavkanî digirin, bi israr û azwerî di nav hewldan û têkoşînê de ye. Li ser vê bingehê rêxistinkirina gelê me li Rojhilatê Kurdistanê pêş dixîne û hemû pêkhateyên civakî hembêz dike. Civaka demokratîk û azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR bi têkoşîneke piralî û berfireh dixwaze li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê konfederalîzma Demokratîk û netewa-demokratîk bike rojeveke sereke. Bêguman modela konfederalîzma demokratîk rexmî êrîşên pir-alî ji hêla hêzên cîhanî û herêmî, karîgerî û bikêrbûna xwe di şertûmercên herî zehmet de raber kiriye û dikare bibe zemînê aştiyeke domdar di nav rojhilata ravîn, Îran û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê.
ENCAMNAME
Sêyemîn Kongreya me a KODAR’ê bi tehlîla van rewşan û ji bo gihîştina bi armanc û hedefên gelê me, xalên ku li jêrê hatine diyar kirin pêşkêş dike;
1-KODAR, ji bo şikandina tecrîd û dawîkirina esareta Rêber Apo ku damezirînerê sîstema Konfederalîzma Demokratîk e, xwe berpirs dibîne û bi hemû hêza xwe ya rêxistinî û pratîkî bi vê armancê tevger dike. Di kêleka vê hewldanê jî, ji bo danasîn û rêxistinkirina ramanên Rêber Apo li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xebatên xwe berfireh dike.
2-KODAR, bi derbaskirina sîstema netew-dewlet di asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê ber bi alternatîfa sîstema Konfederalîzma demokratîk a gelan ve, bi domandina hewldanên beriya niha, hîn bêtir xebatên xwe di qada xwerêveberiyê û di hemû qadên xebata civakî de pêş ve dibe. Xwe li beramberî rêxistinkirina hemû ferd û pêkhateyên civakê bi şêweyeke xweser ji bo parastina nirx û destkeftiyên wê berpirs dibîne. Avakirina eniya demokratîk a gelan li Îranê bi mebesta pêşvebirina têkiliyên siyasî û civakî bi gelên Belûç, Ereb, Tirkmen, Azerî û hemû netew û hêzên demokratîk, dike navenda xebata xwe.
3-KODAR, ji bo avakirina hevjiyana azad, li dijî her cure zayendperestiya civakî, kevneşopiyên paşketî û zagonên zilamsalar ku jinan îstîsmar dikin, têdikoşe. Bi vê armancê di sîstema xwerêveberiyê de tevlîbûna hevbeş û aktîf ya jinan esas digire.
4-KODAR, bi têgihiştina ku tunebûna ziman û çandê dibe sedema tunebûna gelan, ji bo avakirina zemînê pêşketin, mezinbûn û têkiliyên çandî di nav pêkhateyen Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi armanca pêşxistin û danûstendina çandî ya çêker û xiluqkar, hemû hewldana xwe raber dike. Lewre ji herkesê re bangewazî dike ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê di nav hewldanê de bin.
5-Baweriyên her civakekê stûna bingehîn a cîhana menewî ya wê civakê pêk tînin. Ji bo tendirûstiya ruhî û derûnî ya wê civakê têne parastin. Ol û baweriyên civakî tim ji hêla hêzên desthiltdar ên siyasî ve wek amûrekê ji bo meşrûkirina xwe û îstîsmarê hatine bikaranîn. KODAR li kêleka redkirina her cure zihniyetên ku ol û baweriyan wek amûr ji bo gihîştina hêz bi kar tîne, li beramberî van rêderketinan têkoşîn dike û hewl dide di navbera ol û baweriyan de zemîneke guftogo û têgihiştina dualî ava bike.
6-Bi dirûşmeya ku “Divê tene ciwanek ji bêyî perwerde û rêxistin nemîne” bal dikişe ser rola ciwanan di pêşengtiya têkoşîna gelan de. Rola ciwanan di pêşketin, mezinkirin û vejandina domdar ya civakê berçavtir dike, derfet û atmosfera xebata pêwîst ji bo ciwanan ji bo beşdariyeke piralî ava dike.
7-Rejima Îranê madeyên hişbir, fuhuş, besîckirin, bêkarî û hwd. wek amûreke şerê taybet bikar tîne. KODAR ji bo têkoşîna li beramberî vê rewşê û gihîştina bi civakeke tendirûst, bi rêxistinkirina civakê bi şêweyeke xwerêveber, pêşiya sûistîmalkirina însanî digire.
8-KODAR, li beramberî siyasetên neo-lîberal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku karesata bêkariyê bi xwe re derxistiye holê û her rojê beşeke civakê wek kolberan qurbanî dike, bi esasgirtina aboriya civakê-komunal têkoşîn dike ku qada aboriyê ji dagirkeriya desthilatê rizgar bike. Bi vê armancê bi berçavgirtina potansiyela herêmî ya Rojhilat, di avakirina aboriya civakî de israr tê kirin û ji bo rêxistinkirina wê hewl tê dayîn.
9-KODAR, bi têgihiştina karesata li ser ekolojiya Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji bo rêxistinkirin û pêşxistina hevgirtina di navbera civaka mirovahî û xwezayê li ser bingeha civaka ekolojîk hewl dide û bi siyasetên dij-ekolojîk ên sîstema Îranê ku tunekirina Zagros û niştecihên Zagrosê hedef dike, têdikoşe. Ji bo pêşxistin û rêxistinkirina çanda welatparêzî û pêwendiya dubare ya di navbera mirov û jeolojiyê de, her wiha hurmet ji keda şehîd û şervanên vê qadê re; 24’ê Tebaxê ku salroja şehadeta Şerîf Bacwer û rêhevalên wî ne wek roja ‘Parastina Ekolojiyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê,’ îlan dike.
10-KODAR, parastina nirxên civakî û mirovahiyê wek erka her ferdên civakê dizane û dûr ji nêrîna mîlîtarîst, di wê baweriyê de ye ku civak divê bi awayeke xweber û di çarçoveya rêxistinbûna xweser û taybet xwe li beramberî her cure êrîş û destdirêjiyan rêxistinbike û di vê derbarê de perwerdekirina civakê ji xwera esas digire.
11-KODAR, ji bo bi tevgerkirina hemû hêz û çonayetiya heyî li Rojhilatê Kurdistanê bi armanca avakirina sîstema xwerêveber, bi hemû partiyên azadîxwaz û tevgerên medenî û siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê amade ye ku hevkarî û diyalogê pêş bixîne. Ji bo vê jî her cure hewldana hevkariyê pêşwazî dike û li gor pêdiviyên vê tevdigere.
KODAR, di çarçoveya avakirina civakeke demokratîk û azad, bi hêz û menewiyata ku ji vê Kongreyê hatiye bidest xistin, ji bo pêşvebirina piralî ya jiyana hevbeş ya gelan û cewaziyên Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe didomîne. Careke din bi nêzikatiyek rexnedayin ve li beramberî hemû kêmasî û nebesiyên pêşketî li pêşberî gelê xwe, em ê têbikoşin ku hîn bi saxlem, çalak û bêyî lewazî di rêya pêkhatina xwerêveberiya demokratîk pêngavan pêşbixinîn. Lidarxistina serkeftî ya Kongreya xwe li Rêber Apo, şehîdên rêya azadiyê, girtiyên siyasî, malbatên hêja yên şehîdan, gelê Kurd ê welatparêz û hemû azadîxwaz û lêgervanên heqîqetê pîroz dikin. Herwiha ji bo înşakirina sîstema xwerêveberiya demokratik wek sîstemeke civakî û siyasî ya li gor pêdiviyên bingehîn û rojaneyî, ji hemû beş, bizav, rêxistin û sazîbûna gel, tevger û nûnerên çalak yên rêxistinbûnên mamoste, esnaf, jin, hunermend, rewşenbîr ciwan, parêzer, huqûqnas, rîsipî û bawermendên civakî, çandî, rêberên ol û mezheban, çalakên mafên mirov û hemû kesên ku di lêgera cîhaneke baş, jiyaneke tendirûst û aştîxwaz de ne, bangî têkoşînek hevpar dikin. “