NAVENDA NÛÇEYAN – Pergala ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeoperasyonên girtina şaneyên îstixbarata Tirkiyê yên li herêmê kar dikin, pêk tîne. Di operasyonekê de sîxurê bi navê Mustafa Osman hate girtin.
MUSTAFA OSMAN ÇAWA MÎT`Ê NAS DIKE?
Malbata Mustefa Osman a ji gundê Minazê ya kantona Kobanê di şerê 2013’an ê li Kobanê koçî Enqereyê bûbû.
Piştî ku Mustafa Osman (25) “Ebû Cabir ” ku yek ji serçeteyên komên girêdayî dewleta Tirk e nas dike, di havîna 2017’an de erka yekemîn li Enqereyê pêk anî. Ebû Cabir jî bi efserekî bi navê Çetîn ê MÎT’a Tirk re dixebite.
Çetîn ji Ebû Cabir xweset ku ciwanên Sûriyê yên Kurd û Ereb bîne da ku bibin sîxurên MÎT’ê û li herêmên cuda yên li Tirkiyê û Sûriyê bixebitin. Her carê ku Mustafa Osman ciwan tevlê dikirin, pere distand.
ERKÊN OSMAN YÊN LI ENQEREYÊ
Ji bo naskirina kesayetên Kurd û Ereb ên ku di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebitîne, MÎT’a Tirkiyê şaneyek ava kir. Ew şane serdana Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dike da ku MÎT’a Tirkiyê wan bişopîne û bigire.
Mustafa Osman roleke aktîf di naskirina hin kesayetên Kurd de lîst, cihên wan ên li Enqerayê ji MÎT’ê re eşkere kir, da ku bên girtin.
BAREGEHÊN DEWLETA TIRK ÊN ÇETEYÊN BIYANÎ
Ji Mustafa Osman hat xwestin ku perwerdeyeke îstixbaratî li baregeheke nêzî Enqerayê bibîne, piştî ku Mistefa Osman derbasî baregehê bû hevpeymana MÎT’ê bi dema 3 salan li hember wergirtina 9 hezar lîreyên Tirk îmze kir.
Pir kes li baregehê hebûn, ji bilî Sûriyan, Iraqî, Misirî, Pakistanî, Çînî, Siûdî, Qeterî û Efganî jî hebûn û giştî bi fermana dewleta Tirk dixebitîn. Her wiha MÎT wan dike sîxur û dişîne dewletên derve.
ERKÊN OSMAN ÊN ÎSTIXBARATÎ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ
Mustafa Osman bi rêya bavê xwe ku serçeteykî komên girêdayî dewleta Tirk e di dergeha Bab El-Hewa ya li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê yê Idlibê re derbasî Sûriyê bû û di bihara 2020’an de derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.
Bavê Mustafa Osman ew bir Cerablusê, piştre bi rêya sîxuran derbasî Minbicê kir û berê xwe da mala xwe ya berê ya li gundê Minazê yê nêzî bajarê Kobanê.
MÎT’a Tırkiyê di dema ku Mustafa Osman li Kobanê pê re têkildar bû û jê xwest ku cihên hin nuqteyên ewlehiyê yên li bajêr û gundewaran bişîne.
Osman cihên 5 nuqteyên ewlehiyê li ser nexşe û bi wêne ji MÎT’ê re şandin. Ew nuqte jî li rojhilatê gundewarên Kobanê û taxên bajêr in. Piştre bi xebateke îstixbaratî ya xurt pergala ewlehiyê ya herêma Firatê ew girt.
Çavkanî: ANHA