BEHDÎNAN – Leşkerên Tirk ên dagirker hewl dan xwe berdin qada Pîrbûla ya herêma Heftanînê.
Lewma di navbera leşkerên Tirk ên dagirker û gerîla de şerekî dijwar dest pê kir.
Hate ragihandin ku di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.
Liv û tevgera balafirên keşfê yên li herêmê dewam dike.