BEHDÎNAN – Li qadeke navbera herêmên Lêlikan û Kevortê yên Başûrê Kurdistanê, dema ku wesayiteke artêşa Tirk a dagirker derbas bû teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Gundiyên ku xwestin biçin nêzî wesayita hate teqandin, bûn hedefa êrişa çekdarî ya leşkerên Tirk.
Hate ragihandin ku di bûyerê de gundiyek ku bi xwe pêşmerge ye birîndar bû.