NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîneya Tolhildanê de hate gotin, “Faşîzm li ku derê êrişî civakê dike, gelê me jî wê li her cihî li faşîzmê bixe, wê li ber xwe bide û têkoşînê mezin bike.”
Li gorî daxuyaniyê, di 15’ê Tebaxê de li ser rêya Êlih-Bedlîsê li dijî wesayiteke leşkerî çalakiya sabotajê hate kirin, di encamê de 5 leşker birîndar bûn, xisareke mezin li wesayitê bû. Li Êlihê jî 11’ê Tebaxê li dijî wesayita Turkpetrolê çalakiya sabotajê hate kirin.
Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku 16’ê Tebaxê li navçeya Farqînê ya Amedê yekîneyên xweparastinê agir berdan derdora tûgaya leşkerî ya li herêma Kûlfayê.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 17’ê Tebaxê li taxa Bahçelîevler a Farqînê trafoyekî elektrîkê hate îmhakirin, 18’ê Tebaxê jî li taxa Tekelê li dijî firoşkarên narkotîkê çalakî hate lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 7’ê Tebaxê li navçeya Sariçamê ya Edeneyê atolye û du wesayitên nokeran, 12’ê Tebaxê li taxa Fevzîpaşa ya Edeneyê kargeheke AKP’iyekî, 14’ê Tebaxê li navçeya Erdemlî ya Mersînê oteleke tûrîstîk a faşîstan hatin îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev çalakî ji bo bîranîna fermandarê MLKP’ê Ş. Alîşer Denîz ku 8’ê Tebaxa 2017’an li Nûrheqê şehîd bû hatine lidarxistin.