NAVENDA NÛÇEYAN – Dema ku dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên dagirkirina Kurdistanê didomîne, KDP’ê pêşengiya ji dewleta Tirk a dagirker re didomîne da ku bigihîje armancên wan polîtîkayan.
Xeta xiyanetê ya KDP’ê li Kurdistanê û êrîşên dagirker berdewam in ji bo hemû dewletên kapîtalîst, nemaze jî dewleta Tirk a dagirker rola pêşeng dilîzin. Di dîmenên ku gihîştine destê me de xuya dike hin peşmergeyên girêdayî KDP’ê hewil didin ku hin deverên Gerîla yên li Başûrê Kurdistan hilweşînin û bobeyên gerîla yên li hember dagirkirinê danîne ji holê radikin û rê li pêşiya dagirkeriya Dewleta Tirk vedikin.
Piştî operasyona ku ji hêla dewleta dagirker a Tirk li dijî Heftanîn ve hatî destpêkirin, ew bi dewleta Tirk re li herêmê bi hev re tevdigerin û di her alî de piştgirîyên lojîstîkî û îstîxbaratî peyda dikin û didin dewleta dagirker a Tirk. Pêşmergeyên KDP’ê êrişî deverên Gerîla dikin. Pêşmergeyên KDP’ê bûn sedem ku di van deveran de dagirker çêbibe, û ev yek jî bi hewleke mezin berdewam dike.