BASEL – Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ciwanên Kurd û enternasyonal Înê saet 23.00’an li Claraplatzê ya Baselê meşiyan.
Di meşê de êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurrdistanê hate şermezarkirin û ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azadî xwestin.
Bi çarçoweya pêngava ”Bi hev re serhildan” ku rêxistinên ciwanan beriya bi demekê dabûne destpêkirin alayeke mezin a TCŞ’ê û pankarta ‘antîfa enernasyonal” hate hilgirtin.
Di çalakiyê de her wiha pankarteke mezin a bi navê ”Bi hev re serhildan” hate vekirin.
Li dijî faşîzma Tirk banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Di meşê de her wiha desteka ji bo berxwedana Cenga Heftanînê û Şoreşa Rojava hate nîşandan.
Ciwanan fîşekên hewayî avêtin, dûxanên rengîn derxistin û ciwanên derdorê jî destek dane çalakgeran.
Komîteya Rojava ya Baselê, RJB û Antîfa destek da meşê, nêzî 100 kes li meşê hazir bû û çalakiyê saetekê domand.