SILÊMANÎ – Rêxistina Jinên Ciwan ên Tekoşer, li dijî tund û tijiya Jin lîstokekî li dar xist. Jinên Ciwan bi ev lîstoka hamleya “Em dibêjin NA” îlan kir. Lîstok di navbera tîma Sîrwanê Nû û Hewreman hat lîstin. Lîstok bi serketina Sîrwanê Nû bi dawî bû. Daxûyanî ji alî endama Jinên Ciwan ên Tekoşer Zîlan ve hate xwendin.
Daxuyaniya Jinên Ciwan ê Tekoşer wihaye:
“Di pêvajoyên dawî de him li Kurdistan him jî li Rojhilata Navîn de di hemû cîhanê de êrîşên li ser Jin pir zêde bûye. Her rojê ku diçe zêdetir jî dibe. Li Bakurê Kurdistanê bi destê dewleta tecawîzkar û artêşa wî TCê re ser jinan qetlîam û tecawîz didome. Herî dawî jinekî 18 salî Îpek Er ji ber ew êrîşa jiyana xwe bi dawî anî. Ew tenya nûmûneyeke li wan êrîşan bû. Li Rojhilata Kurdistanê jina ciwan Romîda bi şêwazeke hovane ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin. Ew jî encameke hovane ya yek ji rejîma Îranê bû. Li Rojavayê Kurdistanê jina ciwan bi nave Melek aliyê çeteyên Erdoxan ve hate qetilkirin. Heta nija ji bi dehan jin di temeneke pir ciwan de ji aliyê leşkerên Tirk ve tê revandin û qetilkirin.
Wana di nava van êrîşên hovaneya li hember jin de yek mînakên. Li herema federal ya Kurdistanê û Iraq jî êrîşên li ser jin di asteke metirsîdar de ye. Teybet jî ji ber qeyrana gendaliya ku Hukumetê didome. Şerê bîolojîk ku Corona nav gelê Başur û Iraqê de çêkiriye. Herî zêde zirar dide Jin. Yek ji nîşaneya vî jî hedef girtina jina ciwan çalakvan bi nave Rêhan Yakûp a li Bexdaye. Bûyera ku li Kerkûk hatibû nirxandin wek keraset hatibû nirxandin. Kerkûk di naa mehekî de 3 jin ji aliyê kesên nas ve bi hovane hatin kuştin. 6 leşkerên Tirkmen tecawîzê jinekî kêm endam kirin. Li Herema Kurdistan ji ber sekna Hukumeta herem kuştin û tund û tijiya ser jin tên dîtin û ceza paş xistin ev êrîşên ser jin nayên sekinandin. Ji ber encama ew tiştî jineke bi 3 zarok li Çemçemal hate şewitandin. Ji jinan re li Başurê Kurdistanê de tenê riya derketin şewitandina xwe tê xiştin. Bi sedan jin li Başurê Kurdistanê xwe dişewitînin yan jî tên şewitandin. Jin rastî li tund û tijî, tacîz û tecawîzê tên lê bes ji ber ku riya tekoşîn û hesap pirsîn jê re tên girtin jin mecbûr bêdeng dimînin. Tûşî pirsgirêkan dibin û xwe li hember jiyan kirin bêhevî dihêlin hetta tenê ne jin zarokên axa me jî rastî wan dest dirêjiyan tên. Zarokek 7 salî li Hewlêr rastî destdirêjî hat. Heta niha jî bîra me naçe û tur car nayê bîr kirin jî. Bi hezaran jin li Başurê Kurdistanê xwendina xwe ya Zanko temam dikin lê bes nayên tayîn kirin. Mafê wan ên ser lingê xwe bisekinin ji wan tên girtin. Jin mûhtacê zilan tên xiştin. Li Başurê Kurdistanê tu yasa û yaptirimek nine ku pêşî ya pir zewac bûyînê û temen biçûkî de zewacê bêne girtin. Kêleka wan de yek jî giringtîrîn êrîşên ser jin ji ewe ye ku jinan li Başurê Kurdistanê li Duhok bigire heta Silêmanî ji ber êrîşên dewleta Tirk birîndar dibin, şehîd dikevin û gelemperiyê wan mecbûr dibin ku ji gundê xwe derkevin koçber bibin. Bi sedan kompanyayên biyanî herî zêde jî Tirkî ve xweya Kurdistan tên texrîp kirin. Ji ber bomberana hektareke pir zêde ji daristaneke Başur şewîtîn. Rêveberiyên Heremê hemberî ew êrîşan bi bêdengiya hevpartiya van dikin. Jinên ku li hemberî wan êrîşan tekoşîn dikin wek Semîra û Bihar tên girtin. Ji bo ku hemberî wan êrîşan tekoşîna xwe zêdetir bikin, tekoşîna azadiya jin hîn mezintir û bihêz bikin. Kêleka wî de jî hemberî her cûre êrîşan bikaribin ku jinan xwe biparêzin me wekî Rêxisitna Jinên Ciwan ên Tekoşer li Başurê Kurdistanê biryara destpêkirina hamleyekî dijî li wan êrîşan bigire girtiye.
Hemberî her cûre êrîşên li ser jin em dibêjin “NA” û qebûl nakin, tekoşîna xwe bilindtir dikin. Carekî dîtir bi biryar dibêjin ku “Ji Tecrîdê Re NA”, “Ji Tund û Tijî Re NA”, “Ji Dagirkirina Welatê Me Re NA”, “Ji Çanda Tecawîzkaran Re NA”, Ji Qetlîma Xwezayê Re NA”, “Ji Rakirina Nirxên Dîrokî Re NA”, “Ji Zewaca Temenê Biçûk Re NA”, “Ji Kalayê Tirkî Re NA” û “Ji Pir Zewac Re NA”
Em jinên ku li Başurê Kurdistanê de dijîn li hemberî wan êrîşan natirsin, bêdeng namînin hesap dipirsin tekoşîna xwe bilintir dikin. Hemû jinên Başurê Kurdistanê ji ji bo xwedî derketina ew hamleyê bangawazî dikin ku em bi yekbûyîna jinan dikarin jiyaneke û pêşerojeke azad avabikin.”