NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê ber êvarî protestoyên mezin hatin lidarxistin.
Ji ber bêdengiya hikumeta herêmê ya li hemberî dagirkeriyê, pirsgirêkên di qadên ekonomî û tendirustiyê gel li Silêmanî, Helebçe, Hewlêr, Kelar, Ranya û Şeladizê daketin qadan û bang li hikumetê kirin ku bila îstîfa bikin.
Bi sedan kes li Parka Azadiyê ya Silêmaniyê kom bûn û bi sloganên ‘Bila hikumet îstîfa bike’ nerazîbûn nîşan dan.
Li Ranyayê jî gel li qada bazarê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Hêzên asayîşê êrîşî gel kir, bombeyên gazê avêtin gel û bi fîşekên plastîk gel gulebaran kir. Gel bi keviran li ber xwe da, gelek xwepêşander birîndar bûn.
Li Kelarê jî gel li Parka Leyla Kasim kom bû û heta avahiya kaymakamtiyê meşiyan. Ji ber ku êrîşî meşê hate kirin, bûyer çêbûn. Şerê di navbera gel û hêzên asayîşê didome.
Li Şeladizêya Duhokê jî beriya protestokirina êrîşên dewleta Tirk qedexeya derketina derve hate ragihandin, ketin û derketina bajêr hate qedexekirin. Asayîşa girêdayî PDK’ê ji bo pêşiya protestoyan bigire, girtina dikanan li ser esnafan ferz kir.