NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj ku her sal ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal di navbera 5-11’ê Îlonê de li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dest pê dike. Meş wê bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo, bi hev re serhildan” heta bajarê Hambûrgê bidome.
BANGA LI CIWANAN: ÎSAL GIRÎNGTIR E
Meşa ku 20 sal in li Ewropayê bi pêşengiya ciwanên Kurd tê lidarxfistin, îsal di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serî hilde’ pêk tê.
Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Swêd, Îngilistan û tevahiya Ewropayê bi sedan ciwan tevlî bibin. Komîteya Amadekar a Meşê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya komîteyê de hate ragihandin ku faşîzma dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê gihîştiye asta herî bilind û di demekê de ku tecrîd hatiye şidandin, pêkanîn Meşa Dirêj gelekî girîng e. Komîteyê bang li ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst kir ku tevlî çalakiyê bibin.
Komîteyê diyar kir, wê çalakiyê bi ruhê berxwedana Cenga Heftanînê li dar bixin û wê di heman demê de peyamê bidin dewletên Ewropayê yên ku bi dewleta Tirk re hevkariya siyasî, leşkerî û aboriyê dikin û piştgiriya qirkirina Kurdan dikin. Komîteyê destnîşan kir ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê bibin yek, li dijî kapîtalîzm, faşîzm û mêtingeriyê bi rengekî mezin li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
BERNAMEYA MEŞÊ
Ciwan wê roja 4’ê Îlonê li bajarê Hannoverê li hev kom bibin. Bernameya Meşa Dirêj wiha ye:
“Roja destpêkê: Hannover-Lehrte
Roja duyemîn: Lehrte-Celle
Roja Sêyemîn: Celle-Unterlüß
Roja Çaremîn: Unterlüß-Lüneburg
Roja Pêncemîn: Lüneburg-Winsen-Luhe
Roja Şeşemîn: Winsen-Luhe-Harburg
Roja Heftemîn: Harburg-Hamburg.”