MİNBİC – Endama rêveber a Meclisa Jinên Ciwan a bajarê Minbicê Emîne Osman daxuyanî bi tevlêbûna endamên meclisê, Meclisa Jinan û Meclisa Ciwanan li stada beledî ya bajêr xwend.
Emîne destnîşan kir ku armanca pêngavê, mezinkirina asta têkoşîna jina ciwan a li dijî êrişên li ser jinan û zanakirina civakê ye.
Di daxuyaniyê de Meclisa Jinên Ciwan dîroka dewleta Tirk a dagirker û sûcên li dijî jinan bi bîr xist û diyar kir ku bi sed hezaran berxwedêrên jin li hemberî siyaseta dewleta Tirk li ber xwe dane.
Her wiha meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan belavokên girêdayî xetereyên zewaca di temenê biçûk de li bajêr û gundewarên wê belav kirine. Her wiha dewreyên fêrkirina dirûtin, hemşîretî, xwendin û bikaranîna kompîturê vekirine.
Meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de soza piştgiriya jinan da ku ji zextên ku li dijî wê ji hêla dagirkeran û civakê ve têne kirin, xilas bibe.
Meclisê di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildanê ji tevahiya jinên ku bûn qurbana van binpêkirinan da. Her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî û saziyên jinan kir ku rê li pêşiya sûcên ku li dijî jinê têne kirin û zincîrên ku azadiya jinê û pêşketina wê sînordar dikin bişikînin.