NAVENA NÛÇEYAN
Roja 30’ê Hezîrana îsal li Binarê Qendîlê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bombebaranên wê ya li ser Heftanîn û xaka Başûr, bi dirûşmeya “Ji bo Kurdistanek azad û yekgirtî faşîzim û dagirkeriyê birûxîne” pêngavek dabûn destpêkirin.
Piştî ragihandina vê pêngava ciwanan, ciwanên Başûrê Kurdistanê xwe gihandin çeperên berxwedanê. Gelek xort û jinên ciwan ji Kerkûk, Silêmanî, Çemçemal, Germiyan, Raperîn û Şarezurê xwe gihandin çiyayên azad û tevli pêngava seferberiya Heftanînê bûn.
Tevî ku li gelek cihan asayîşa PDK’ê bi zext û astengiyan xwestin rê li pêşiya ciwanan bigrin daku tevli seferberiya Heftanînê nebin, lê ciwanan guh nedan astengiyan. heya niha 19 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevli nava refên gerîla bûne.
Roja 16’ê Tîrmeha îsal komek ciwan wek yekem grub xwe gihandin çiyayên azad ên Kurdistanê û tevli refên gerîla bûn.
Her wiha gruba duwem roja 28’ê Tîrmehê ku ji xort û jinek ciwan pêkdihat, ji Çemçemal û Silêmaniyê bejdarî berxwedana Heftanînê bûn.
Roja 7’ê Tebaxê jî du ciwanên din tevlî nava refên gerîla bûn.
Komek din a ciwanan roja 13’ê Tebaxê li dijî dagirkeriya Tirk tevlî seferberiya Heftanînê bûn. Bi tevlibûna vê grubê re hejmara kesên tevli refên gerîla bûn gihişt 19 ciwanan.
Ji bilî Başûrê Kurdistanê, gelek ciwanên Kurd ji parçeyên din ên Kurdistanê jî tevli seferberiya Heftanînê dibin. Endamên rêxistina ciwanên welatparêz jî diyardikin seferberiya wan heya niha jî berdewame.