NAVENDA NÛÇEYAN – Li Heftanînê operasyona dagirkeriya tirk bi derbe xwarina wan didome. Hêzên HPG û YJA-Star rojane bi berxwedanek mezin derbên kuştinê li artêşa tirk a dagirker û cerdevanên wê dixe. Li kêleka vê berxwedanên şerkêşên cerdevanan çalakbûna xwe li herêma Heftanînê zêde kirin û îxaneta di dîrokê de dûbare dike.
Fermandariya Eyaleta Heftanînê bi daxuyaniyekê ev cerdevanan hişyar kiribû û dabû diyar kirin ku ew ê ji wan kesên ku xizmetê dide dagirkeriyê hesab bipirse. Yek ji wan serekcerdevanan jî Cafer Benek e. Cafer Benek di sala 1975 li Helal (Şêxan) gundekî ser navçeya Qilabana Şirnexê ye, jidayîk dibe. Dibistana seretayî li Şêxanê xwendiye. Di sala 1992’an ji bo dewleta tirk a dagirker buye cerdevan û rumeta xwe bi pereyan firoştiye.
Di navbera salên 1992-2009’an wek serekcerdevanê li Helalê xizmeta dagirkeriyê kiriye. Û herî dawî di sala 2009’an xwe wek namzetê Şaredariyê li ser navê Akp’ê daye nîşandan û bi deq û dolaban buye Serokê Şaredariya Helal. Bi vê ritbeya wî bilintir buye û êdî bi artêşa tirk a dagirker re derketiye operasyonên dagirkeriyê, her wiha rolek aktîf di naskirin û nîşandayina erdnegarî ji bo leşkerên dagirker girtiye ser xwe. Bilindbûna ritbeya wî îxanetek hin mezintir bi xwe re anî.
Dîsa di sala 2014’an di nava rejîma Akp’ê de ritbeya wî bilind bû. Cafer Benek bû Serokê Giştî ê Şaredariya Akp’ê ya herêmê. Êdî hevditînên wî ên veşartî bi rayedarên dewletê yên payabilind çêbûn û wî îxanetên hin mezintir girte ser xwe. Ji ber leşkerên dagirker herêmê nas nakin, serekcerdevan Cafer bixwe bi karê çêkirina riyan li ser Çiyayên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê eleqedar dibû. Ev riyê ku Cafer bi çêkirina wan re hatibû erkdar kirin, ji Helalê heta Heftanînê û Başûrê Kurdistanê diçû.
Serekcerdevanê îxanetkar Cafer Benek di hilbijartinên xwecihî yê sala 2019’an 31’ê Adarê de bû namzetê Akp’ê yê Şaredariya Şirnex/Qilebanê/Helalê û dîsa bi deq û dolaban hate hilbijartin. Dewleta tirk a dagirker ku operasyona dijî Hêzên Gerîla li Heftanînê daye destpê kirin, bi derbê xwarinên mezin ê artêşa tirk ve birêve diçe. Cafer Benek jî di vê operasyonê xizmetên îxanetê yê mezin digre ser xwe û bi şandina cerdevanan û çêkirina riyan re eleqedar dibe. Cafer her wiha hemû pêwistiyên leşkerên dagirker bi cih tine.
Fermandariya Eyaleta Heftanînê derbarê Cafer Benek û cerdevanên wek wî ev daxuyanî weşandî bû:
“Li qada me niha bi pêşengiya ketiyê bi navê Cafer Benek xebatên rê têne kirin. Bi mîsogerî hûn ê berdêla vê bidin. Ne gelê me û ne jî hêzên gerîla wê vê kirina we ji bîr neke.
Dema ku roja wê hat hesab wê were pirsîn. Li Heftanînê her dara ku we birî hûn ê hesabê vê bidin. Di destê me de gelek nav hene. Di siberojê de em ê navên van ên ku tevlî êrîşên bi alçaxî bûne ji bo gelê xwe me yê welatparêz aşkere bikin.
Em li cem şehîd û gelê me yê welatparêz sond dixwin; ti êrîş wê bêbersiv nemîne.”
https://www.nuceciwan50.com/ku/2020/08/25/fermandariya-eyaleta-heftanine-ji-serekcerdevanan-we-hesab-were-pirsin/