NAVENDA NÛÇEYAN
Di her kêliyê ku mirov dijî ger ku bi wate were meyzandin ew dem tu kêliyekê mirov bê wate nîne. Ma ne her tişt li ser watebûyînek hatiye avakirin ya jî xwe avadike. Ger ku mirov bizanibe rast jiyan bike wê demê mirov dikare jiyana xwe jî li ser rastiya avabike. Her kêliyê ku mirov dijî weke ku mirov ji nû de tama jiyanê digre. Tamekê ku tu carî ne hatiye tamkirin. Ji xwe pênaseya vê tamê nayê kirin, ji ber naşibe tu taman. Tamek wisane çiqasî mirov nava wê de rast jiyan bike û rast wate bide jiyanê wê demê wê demê mirov tam dike û digre. Ew tama ku tevahî şaneyên lêşê mirovan de xwe cîh dike.
Belê, şêvek sar yê werza payîzê ji salan 2011 ez û komek heval vesaziya me li herêma Metîna çê bûbû, ji ber vê, me berê xwe da qada Metîna. Şêvek sar, lê sermaya wê mirovan aciz nedikir, weke ku şêv me bi germahiya xwe hemêz dikir. Stêrkên asîman ewqasî dibirîqîn ku her em di meşiyan weke ku em berbi wan ve di meşiyan bi şewqa wan re şêv ronî dibû. Çawa ku ji bo me hemûyan qadek nû bû û di me de meraq û kêlecanek ne diyar hebû, weke ku ew stêrkên asîman jî me meraq dikirin. Weke ku ji hevre bibêjin; “gelo ev kîne, ji kîjan qadê hatine, ev biyanî ne di vê qadê de, diyare ku nû tên. Berê xwe bidê bibîkên çavên wan tiijî mereq û kelecane.” Ya rast jî wisa bû, di tevahî hevalan de mereq û kelecanek bê gotin hebû. Şêvek gelek xweş û bi wate bû. Êêê di ev şêva xweş de bi komek hevalên xweş û bi hêja re meşa gerîlatî kirin şansek û bextewariyek cuda ye. Ev şans nakeve destê her kesê. Ji bo me dem rawestya bû, dem ew dem bû ku kêliyên me bi hevre jiyan dikir û xweşiya jiyanê di çavên hevde didît. Ev yek bedelê her tiştê bû.
Bi van hestan re em gihiştibûn cihekê gelek bilind, lê em çawa gihiştibûn me ne dizanî. Gava me berê xwe da derdor weke ku ne qadek tevahî cîhan dibin lingê me de be. Dîmenek wisa bû ku, ne helbestvan dikare nava şiîrên xwe de bi lêv bike, ne jî wênesazek dikare li ser tuwelayê xwe xêz bike. Dengbêj jî nikare wê bedewiyê bi lorîne. Tenê yok gotin ji devê me de derketibû; “ey xuda ev çî ye?”
Hevala ku rê nas dikir tevahî hevalan kom kir û got; “heval emê îşev li vir rawestin cihê ku me bi hevalên kurye re qewl dabû evdere. Wê heval sibe werin.”
Di berbanga siberojekê nû re me çavên xwe qada Metîn vekir. Di her aliyên xwe re bala me kîşandibû ser xwe. Ji ber cihê me bilind bû ji ber vê yekê me her derê gelek xweş didît. Erdnîgariya wê xweş xuya dikir. Ruxmê payîz bû lê wisa xuya dikir ku erdnîgariyek gelek dewlemende ji bo wê her der hêja kesk bû. Wisa xuya dikir ku qadekê ku gel û gerîlla nava hev de bûn. Tevahî heval ji bo çûyînê amadebûn lê hevalên kurye ne hatibûn. Ji ber ewlehiyê heval ne dixwastin bi riya bêtêlê pêywendiya çêbikin. Di wê navberê de heval Şîlan got; “wele cihê me xweş e xweziya çend rojan em livir maban.” Weke ku tevahî heval benda vê gotinê bûn, ji devê tevahiya “erê wele” derketibû. Bi van gotinan re me dît du heval ji jêr de ber bi meve dihatin. Heval Şîlan cardin xwe negirt û got; “wîîî weke ku heval gotinên me bihîstin.” Tevahî heval keniyan.
Bi hatina hevalan re em ketin rê. Hevalên ku hatibûn pêşiya me navber navber erdnîgeriya herêma Metîna li me didan nasîn. Di rastiyê de herêmêk gelek xweş bû. Lê mixabin derdorê wê ji hêla dagirkeran ve hatibû dorpêçkirin. Dagirkerên ku sondxwarê gelê Kurdin hema bêje her çar aliyê Metîna dorpêç kirine. Çawa ku her herêm taybetmendiyên xwe yên cuda û xweser heye herêma Metîna jî bi vê awayî ye. Di hêla erdnîgarî de ji bo çandiniyê herêmêk gelek dewlemende. Bêguman ji bo gerîlla jî cihek gelek stratejîke. Aliyekê yê Metîna Başûrê aliyêdin jî Bakure, mirov dikare bibêje ji yek malbatê malbatek di wê aliyê sînore ya din jî vê aliyê sînor dijî. Neyar bi avakirina sînoran re erdnîgarî jî û malbatan jî ji hev perçekirine. Lê her du alî jî pêwendiyê wan bi hevre hene, her çiqasî neyar dixwaze wan perçe bike jî lê vê yekê nikariye pêkbîne. Ji xwe li wan deveran di her du aliyan de jî çanda kaçaxcitî gelek pêşketiye. Li ser wan sînoran rastiya neyar, armancê wan mirov gelek baş dibîne û şîrove dike. Armancê neyar ewe ku Kurdan tune bike û bi her awayî qirkirinê re derbas bike, ji bo vê yekê tevahî şêwazên ji bo Kurdan bikartînin ji bo wan mubahe.
Em gihiştibûn cihê hevalan, hevalên xort biribûn cihê hevalên xort em hevalên jin jî çûn biryargeha hevalên jin. Ji ber werza payîzê bû tevahî heval nava amedekartiyê de bûn, ji bo werza zivistanê serkeftî derbas bibe, bi awayekê rehet perwerdeyên xwe bibînin xwe ji bo biharek serkeftî amadebikin pêwîste bi her awayî amadekartiyên xwe baş bikin. Heval kampên xwe yên zivistanê amade dikirin. Di biryargehê de tenê du hevalên jin hebûn, ew jî ji bo pêşwazî kirina hevalên ku ji derve tên û heman demê de ji bo amadekartiyên hevalên li ser kar tên wir mabûn. Ji xwe her roj du hevalên cuda li biryargehê di mîne. Her du heval jî bi rûkenî û kêfxweşî me pêşwazî kirin. Ji bo me çay amadekirin, ji bo ku heval pêwîstiyên xwe bi cîh bîne cihê serşûştinê jî amadekiribûn. Di berê de heval gotibûn wê grubek heval werin ji ber wê heval her tişt amadekiribûn. Çend heval çûn serî xwe bişûn, em hevalên din jî me berê xwe da manga. Mangên hevalan gelek bi rêk û pêkbûn. Lê sebra min di hûndirê mangê de nehat, ji bo min di her aliyan de qadek nû bû ji bo wê min gelek tişt meraq dikir. Kêliya ku ez derketim ji derve ez çi bibînim;
Di kêliyekê de çavê min li jêrê ket, min dît hevalek jin yê bala berz, bejn û bala wê xweşik, bi dengekê bilind ji xwe re strana dibêje berbi cihê me ve tê. Ya rast min çavên xwe jê negirt, ji ber gelek bala min kîşandibû. Di meşa wê de diyar dibû ku gelek ji xwe bawer û bi hêvî bû. Bi hevala kêleka xwe re di nava qisedanê de bû. Dengê wê têr û tijî bû, dengê kenê wê weke ku di çiyan de deng vedida ewqasî ji dil û tijî di keniya. Kenê wê ji kurahiya dilê wê dihat, bê ku li hember kenê xwe tu astengiya bide çêkirin di keniya. Çawa ku kenê wê ji kurahiya dilê wê dihat, bi wê awayî di keniya û kenê xwe berdida nava kurahiya dilê çiyayan de.
Ez qala rêheval Azê Malzgîrt dikim. Min wê demê rêheval Azê dît. Rêheval Azê rêveberiya herêma Metîna bû, heval jê re gotibûn heval hatine ew jî ji bo ku were me bibîne manga ku em lê bûn hat wê derê. Gava gihişt ber mangê bi dengekê tijî gazî kir û got; “heval hûn xêr hatine qada me!” Bi gotina wê re ez ber bi heval Azê ve meşiyam hevalên mangê de bi dengê heval Azê re derketin ji derve. Germahî û rûkeniyek xweş me silav kir û xêr hatin tevahî hevalan kir. Rûnişt û bi me re kete nava nîqaşan de weke ku salan bû em bi hevre bûn. Ma ne ji xwe ruhê hevaltiyê ew bû. Pêwîstî bi salan hevre jiyan kirinê nîne. Ji ber tevahî heval di hêla fikir, ruh, hişmendî, armanc, xeyal, hêvî û daxwaziyê de yekin. Dibe ku di hêla mekan de guhertin çê bibe, ev yek jî zêde ne girîng bû. Ya herê girîng ew bu ku em hevalê hevbûn û ji bo heman armancê dijîn û didin jiyîn. Belê ev nêrîn tenê di min de ava nebûbû tevahî hevalan de hatibû avakirin. Belê, em gelek bextewar bûn ku me heval Azê naskiribû. Ji xwe piştre gelek kêliyên me yên xweş bi wate, ti carî nayên ji bîr kirin me bi hevre jiyan kir. Kêliyên ku min bi hêz dike û girdanbûyîna min qayîm dike. Lê ya herê girîng jî, hêja jî dengê kenê wê di çiyayên me de deng vedide.…
Bîranînê xwe re jiyan kirin ger ku ev bîranînên te di nava PKK’ê de û bi hevaltiya re jiyan kirin be, mirov van bîranînên xwe di kesayetiya xwe de rast jiyan bike ew dem mirov dibe aîdê xwe.
GULAN AVRÊL