NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tipa Edlî ya li Yenîbosnayê ji aliyê polîsên Tirk ên dagirker ve hate revandin.
Polîsên dagirker êriş birin ser malbata Tîmtîk û girseya gel a li ber saziya tipa edlî di nobedê de bûn. Girseya gel çûn pêşiya wesayita cenaze û nexwest cenaze bide lê belê polîsan bi gaza îsotê êriş kirin. Her wiha li parêzeran dan û wesayita cenaze revandin.
Nayê zanîn ku cenaze bi ku ve birine. Hate ragihandin ku li gel cenazeyê Tîmtîk ji malbata wê kes nîne û parêzer jî nînin.