NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, têkildarî xerakirina goristana şehîdan a li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê û li cihê goristanê çêkirina baregeha leşkerî, daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Dewelata Tirk a faşist ji bo bê îradekirina gelê Kurd êriş dike ser goristanên şehîdan. Ev di ti pîvanên navnetewî yên şer de nine ku êrişê goristan, mizgeft, nexweşxane û cihên dîrokî were kirin. Lê dewleta Tirk a faşist li pêş çavê hemû cihanê tişta ji destê wê tê dike û hemû yasa û pîvanên mirovahiyê binpê dike. Civaka navnetewî jî di beramberî van kiryaran de bêdeng maye û bûye şirikê van tawanan.”
Di dewama daxuyaniyê de xerakirina goristana şehîdan a Serêkaniyê û li cihê wê avakirina baregeha leşkerî hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku bi van kiryarên ne mirovane ew nikarin wan ji têkoşînê dûr bixin. Komîteya Malbatên şehîdan got; “Şehîdên me ji bo me xeta sor in û şehîd sedema me ya xûrtkirina têkoşînêne.”
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de jî hate diyarkirin wek Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, ew soz didin ku wê dest ji doza şehîdên xwe neberdin û li doza wan xwedî derkevin. Her wiha bang li saziyên navnetewî yên mafê mirovan, gelê Kurd û hemû beşên civakê hate kirin li beramberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng nebin û xwedî li şehîdan derkevin.