SILÊMANÎ – Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz di 5 Tîrmehê de di bin Pêngava “BIRÛXÎNE” de ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikeve kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin. Rêxistinên Ciwanan, li seranserê gund, navçe û bajarên Başurê Kurdistanê xebatên îmze komkirinê dan meşandin.
Ciwanan di vê çarçoveyê de 50 hezar îmze komkir.
Ciwanan îro 50 hezar îmzeyê ku komkirin radestî Nûnertîya Parlementoya Iraqê ya Silêmaniyê kir. Heyeta Ciwanan ji Parlementerê Fransiyona Goran a Iraqê Kawa Mihemmed hat pêşwazî kirin. Ciwanan bi Parlementer Kawa Mihemmed re 30 hevdîtin kirin. Dûr re hevpar ji çapemenî re daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de li ser navê heyeta ciwanan Arman Taha, di derbarê kampanyayê de agahdarî da û destxweşî li Nûnertiya Parlementoya Iraqê kir. Arman da diyar kirin ku wê ji bo îmzeyan ji Serok û Cigirê Serokê Parlementoya Iraqê jî randevû xwestinê. Di daxuyaniyê de Parlementer Kawa Mihemmed axifî û vana got: “Destxweşî li rêxistinên Jiyannawe Gencan û Jinên Gencên Tekoşer dikim. Em ê heta dawî li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin. 50 hezar îmze em ê bigîhînin Parlementoya Iraqê.”