NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Jinên Ciwan û Nivîsgeha Ciwanan a PYD’yê a taxa Şêxeqsûd a Helebê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji hêla endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a PYD`ê Silava Kîbar ve li ber navenda partiyê bi tevlêbûna bi dehan ciwanan hate xwendin.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li pêşengên gelan, jin û ciwanên ku dixebitin da ku aloziya Rojhilata Navîn veguherîne şoreşa azadiyê kir ku baş tê digihêjin ji bilî avakirina eniyeke mezin li hemberî pergala faşîst a ku êrişî gel, ax û jinan dike û nirxên bi xwîna gelan bi hezaran salan av bûne, wêran dike, tu rê tune ye.
Her wiha ciwanan di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk di gelek pêvajoyên dîrokî de û heta niha hewl dide bi rêya siyastên çewisandin û qirkirinê gelan tune bike. Lê berxwedana Heftanînê bi pêşengiya gerîla, derbeyên mezin li dewleta faşîst da.
Di daxuyaniya ciwanan de ev tişt hate gotin: “Berxwedana Heftanînê ji bo parastina nirx û rûmeta gelê Kurd û gelên herêmê bi giştî tê lidarxistin. Ji vê bingehê, ji bo tolhildana ji her kêliyekê li Îmraliyê re û ji bo tunekirina pergalan dagirkeriyê em ê helbet bi ser bikevin.”
Ciwanan di daxuayniyê de bêdengiya li hemberî dagirkeran û sûcên wan red kir û bang li tevahiya ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û êzidî kirin ku tevahiya qadan veguherin qadên berxwedan û serferberiyê.
Ciwanan di dawiya daxuyaniya xwe de tevlêbûna xwe ya hemleya Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger bi dirûşma `Helbet em ê bi ser bikevin` ragihand.