HPG: Em Şehîdên Heftanînê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranînên wan derkevin."

“Di daxuyaniya xwe ya 11’ê Tebaxa 2020’an de me ragihandibûn ku 9’ê Tebaxê saet di 21:00 de ji ber êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qada Pîrbila ya herêma Heftanînê, hevrêyên me Ferman û Mazlûm şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ferman Memyan

Nav paşnav. Semîh Kaplan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Zarîfe-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn

Nasnav: Mazlûm Cûdî

Nav paşnav: Mîlad Kobadî

Cihê jidayikbûnê: Kamyaran

Dayik-Bav: Saxîbe-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn

Li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a faşîst a li ser Heftanînê, di şexsê hevrêyên şehîd ên leheng de berxwedaneke dîrokî tê nîşandan. Dewleta Tirk a dagirker li kiryarên xwe yên qirkeriyê yên li ser gelê Kurd, êrişa dagirkeriyê ya li qada Heftanînê jî zêde kiriye. Li dijî çete û nokerên ku bûne fedayiyên dewleta Tirk a dagirker, bersiva gerîla heta serketinê bûye berxwedan. Zarokên leheng ên gelê Kurd çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê ku dijminê mirovahiyê ne ji holê rakirin, wê dewleta Tirk a dagirker û qirker jî bi heman îrade û ruhê fedayî ji holê rakin ku vê dewletê sponsorî ji wan çeteyan re dikir. Hevrêyên me Ferman û Mazlûm têkoşîna hevrêyên me yên şehîd ên leheng dewr wergirtin, ku bi rêbaza fedayî ya Apoyî pîvanên berxwedanê diyar kirin û pêşengiyê ji berxwedana dîrokî re kirin. Ev têkoşîn bi rêbazeke milîtaniya fedayî jinûve gihandin asta herî bilind.

Hevalên me Ferman û Mazlûm li herêmên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn û di nava derdoreke welatparêz de mezin bûn. Kiryarên nijadperestî yên dewletên dagirker ji nêz ve dîtin û têgihiştin ku rêya dawîanîna li dagirkeriyê û pêkanîna azadiyê, têkoşîna gerîla ye. Bi vê baweriyê tevlî nava refên berxwedanê bûn. Hevrêyên me li gelek qadên berxwedanê wezîfe bi cih anîn û berpirsyariyên xwe hemû bi serketineke mezin pêk anîn. Hevrêyên me ku pêşengî ji berxwedana Heftanînê re kirin, herî dawî li qada Pîrbilayê berxwedaneke dîrokî nîşan dan, derbên giran li dagirkeran xistin û tevlî karwanê nemiran bûn. Berxwedana hevrêyên me Ferman û Mazlûm careke din nîşanî dagirker û nokeran da ku îradeya milîtaniya fedayî ya Apoyî têk naçe û çavkaniya berxwedana dîrokî ye.

Di daxuyaniyên xwe yên 9’ê Tebaxa 2020 û 11’ê Tebaxa 2020’an de me ragihandibûn ku li qada Pîrbila ya herêma Heftanînê di 8 û 9’ê Tebaxê de di şerê giran de hevrêyên me Warşîn û Sorxwîn şehîd bûne. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Warşîn Avaşîn

Nav paşnav: Gulşen Yolûr

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Haliye-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn

Nasnav: Sorxwîn Amed

Nav paşnav: Culyana Xelo

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Roşîn-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: 9’ê Tebaxa 2020 / Heftanîn

Hevrêya me Warşîn li Amedê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû û ji bo xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû. Daxwaza wê ya ji bo têgihiştina jiyana PKK’ê kir ku timî xwe kûr bike. Hevrê Warşîn her tim lêkolîn dikir, xwe bi pêş dixist, ya ku hîn dibû bi lez dixist pratîkê û hevrêyên xwe hîn dikir. Bi vî rengî bû milîtaneke pêşeng, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî pêk anî.

Hevrêya me Sorxwîn li Efrînê ji dayik bû. Hevrê Sorxwîn ku Şoreşa Rojava dît û bi rengekî çalak tevlî bû, di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû û têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran li çiyayên Kurdistanê dewam kir. Tevî temenê xwe yê ciwan her tim hewl da li eniya pêş be; bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi kesayetiya xwe ya kedkar û hezkirina hevrêyên xwe timî bû cihê hurmetê. Hevrê Sorxwîn ku kesayeta milîtan a Apoyî di şexsê xwe de xist pratîkê, berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî pêk anî.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welpatêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin û bi vî rengî xwedî li bîranîna wan derkevin.”

Nivîsa Pêş