SİLÊMANİYÊ – Di saetên şevê de bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşîer di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma ‘Em dibêjin NA’ ji tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna jin, rewşenbîr, hûnermend û gelek kesî meşek hate lidarxistin. Bi tevlîbûna jinên ciwan û xelkê Silêmanî yên ji gelek sazî û rêxistinên cuda bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Xiyanet’ û Bijî Berxwedana Îmralî’ li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.
Li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer Şatû Mihemed axivî û diyar kir ku bi dirûşma ‘Em dibêjin NA’ ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi pêngavekî nû dikin. Mihemed bal kişand ku armanca wan a esasî ji vê pêngavê ew e ku her kes li dijî tecrîda li ser Ocalan bibe xwedî helwestên cidî.
Dewleta Tirk a dagirker sedan sale li çar aliyên Kurdistanê kiryarên xwe yên qirkirin û tunekirinê dimeşîne. Li Kurdistanê taybet ji bo tunekirinê polîtîka diyar dike û di çarçoveya wan polîtîkayan de li ser ax, zarok, jin taybet dide meşandin. Li hember vî bi derketina Rêber Abdullah Ocalan 47 sale tekoşînekî bi hempa tê meşandin.
Tecrîd, tunekirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê ye. Li hember tecrîdê, CPT û hemû saziyên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û UN bêdeng e. CPT qaşo rê li îşkenceyê digire lê li Îmralî tenê îşkenceya heyî tespît dike. Hemû cîhan li hember tecrîdê ker û lal dilîze.
Em wek Jînên Ciwan ên Tekoşer ên Başurê Kurdistanê li vir carek din diyar dikin ku wê li hember tecrîda girankirî a li ser Rêber APO em ê tekoşîna xwe mezin bikin. Em ji tecrîda dibêjin NA. Em carektır dıbejın ku em bı rıhe şoreşger u peşengy mezın şehıd leyla agırı ve tecrıda gırankırı ya ımralı hılweşının u reber apo re azad jıyanbıkın.Bangawaziya me ji hemû jin, ciwan û gelê Başurê Kurdistanê re li hember vê yekê bêdeng nemînin.
Li ser navê Komîteya ‘Ji Ocalan re Azadî’ Şoreş Kerkûkî daxuyaniyek xwend. Kerkûkî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û bal kişand ku divê di serî der gelê Kurd û her kes li dijî tecrîdê rabe. Kerkûkî berxwedana gerîla ya li Heftanînê kir û banga aştiyê û azadiyê li Rojhilata Navîn kir.
Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û şermezarkirin êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.