NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Jimara 1’an a Girtîgeha Şakrana li navçeya Alîaga Îzmîrê qerdiyanan xwestiye qawîşên 6 girtiyan biguherînin. Girtî li dijî vê derketine. Qerdiyanan li girtiyan dane û cilên wan ji wan kirine. Diyar bû, ji ber lêdanê laşê girtiyan reş û şîn bûye.
Ji girtiyan Bariş Îldem tiştên qewimîne bi rêya telefonê ji xwarziyê xwe Kadrî Suer re vegot.
Suer da zanîn ku xalê wî jê re gotiye ji ber cih guhertinê qerdiyanan êrişî birine ser wan û milê xalê wî birîndar bûye û ji ber lêdanê argîşka wî ketiye û xalê wî bi zehmetî axiviye.
Suer diyar kir ku xalê wî gotiye girtiyên din jî bi halê wî ne û dema qerdiyanan li wan daye ji girtiyan xwestine bi dengê bilind bêjin “Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im.” Suer got xalê wî daye ragihandin ku ji ber ku ew gotinê qebûl nekirine qerdiyanan hin bêtir li wan dane û ji bo raporê xwestine biçin nexweşxaneyê lê bes sewqa wan çênekirine. Suer da zanîn ku xalê wî gotiye niha ew 13 kes di qawîşek 3 kesî de dimînin.
Parêzerê Îldem, Sûat Çetînkaya jî diyar kir ku ew ji malbatê haydar bûye ku ev muameleyê anîne serê miwekîlê wî û ew ê têkildarî mijarê gilî bike.