NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya HBDH’ê de hate gotin, “Şervanê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) û Yekîneya Gerîla ya Derya Reş a MLKP’ê hevrêyê me Koray Aspîr li navçeya Qaxizman a Qersê di şerê dijî hêzên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Weke milîtanekî pêşeng ê şoreşa yekbûyî di 28’ê Tebaxê de tevlî nava karwanê nemiran bû.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Koray di nava malbateke welatparêz a Kurd de mezin bû û hate gotin, “Milîtanekî welatparêz ê sosyalîst ê têkoşîna desthilatdariya şoreşger a yekbûyî ya gelan û çîna karker a Tirkiyeyê û Kurdistanê bû. Neferekî têkoşîna şoreşger bû û bi vî rengî xwe bi pêş xist. Li kampusên zanîngehê, li kolan û meydanan di têkoşîna dijî faşîzmê de li refên herî pêş bû.
Li Rojava dema ku agirê şoreşê mezin bû, li Kobanê dema ku dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst têkoşîn dihate meşandin, wî jî berê xwe da qadên azad. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Rojava ji bo mezinkirina şoreşê ked da. Tevlî pêvajoya avabûna şoreşa Rojava bû. Hem li qada civakî hem jî di parastina şoreşê de wezîfeyên girîng û erka fermandariyê da ser milê xwe. Berê xwe timî li çiyê bû. Dixwest weke gerîlayekî têkoşînê bidomîne. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li çiyayên Bakurê Kurdistanê û Derya Reş têkoşiya. Qet nesekinî, qet newestiya. Li hemberî zor û zehmetiyan paşve gav neavêt, xwe bi pêş xist û li hemberî pirsgirêkan bû hêza çareseriyê. Bi dilnizmî û kedkariya xwe wezîfeyên girîng di nava hêzên me yên şoreşa yekbûyî de da ser milê xwe. Bi biryardariya xwe ya şoreşgerî, bi sekna xwe ya jêhatî her tim hewl dida derbên xurt li dijmin bixe. Ji bo derbên mezintir li hêzên dijmin ên mêtinger faşîst bike berê xwe da Derya Reş.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê agirê şoreşa yekbûyî geş bikin û li her deverê li kujerên faşîst bixin, hesabê şehîdan bi çalakiyên hîn bi xurtî bipirsin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dem li dijî zilma faşîst dema rabûna ser piyan e. Dem dema bilindkirina ala Sosyalîzm û Şoreşê ya Yekbûyî ye.”