BORDEAÛX – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikişîne ser tecrîda li Îmraliyê û daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bike, li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê meşek li dar xist.
Çalakî di çarçoveya pêngava “Bi hev re serhildan” de pêk hat û 2’ê Îlonê saet di 20:00 de li Grand Theatreyê dest pê kir.
Çalakgeran bal kişandin ser konsepta qirkirinê ya ku dewleta Tirk di şexsê Heftanînê de li dijî tevahiya gelê Kurd xistiye meriyetê. Tevgera Ciwanan destnîşan kir ku nîşaneya herî girîng a vê yekê tecrîda li Îmraliyê ye.
Tevgerê diyar kir ku êdî sebra wan li ber tecrîdê nemaye û destnîşan kir ku divê Rêberê Gelan tavilê azad bibe.
Ciwan piştre ber bi kolana Rûe St. Chatrîneyê meşiyan. Di çalakiyê de bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşm li dijî faşîzma dewleta Tirk hatin qîrîn. Çalakî li qada Vîctoîreyê bi mîtîngekê bi dawî bû.