HEFTANÎN
Çawa bînim ser ziman nizanim, dema ku min Heval Goran naskir, hertim wekî mertalekî pêşiya Hevalên xwe bû. Nav Hevalan de hertim dihate hezkirin. Dema baskê Xanturê Heval Goran çawa ku di sala 2018’an de meha mijdarê de me êrîşên hewayî xwar, me jî Ş. Berxwedan berê wî da zirveya mezin hat zirve ev germahiya dilê Goran de hişt ku heval berê çekên xwe xanturê Goran bi coşekî pir bidin ezmanan û bi “zafer di zirveya xanturê de ye.” Goran wek kevokekî li Botanê firiya û hat navsera xanturê danî. Difiriya û digot; “Ey Xantur zarokê welatê xwe hembêza xwe de mezin dike” Xantur yên ku mezin kir Firat yek ji wan jî Goran bû. Piştî Şehadeta Goran wekî baskên Xanturê şikestin, Goran her wek nêçîrvanekî bû û dijmin her tim neçirvaniya Goran ditirsiya ew tirsa dilê dijmin de dihat jiyan kirin nikaribû navsera Xantur û di Ş. Berxwedan’ de serê xwe rabikin. Her kevir û zinarekî Xanturê dibû wek guleyek û li eniya dijmin diket, her derê Xantur bûbû qêrîn û hewar. Min nikarîbû Goranê xwe hembêza xwe de xwedî bikira. Tu car Goranê xwe bi tena xwe na sipêrim axê. Şervanê azadiyê bû Xanturê de jiyan dikin nahêlim wek Goran baskên min bişkenîn ez ê bihelim ku baskên min derman bikin û ez bifirim cîhanê bigerim. Navê Goranan belav bikim hertim hesire çavan ne barînim, di asoyên bilinde. Geh dibû Viyan geh dibû Şervan. Ba dengê Şervan digiriya û digot; “ Cenga azadî zirveya xanturê deye” bi rengê viyan dibû dîlan û belavdibû di herderê Heftanîne de. Dîlan dîlana azadîyê bû qêrîna Cengê bû. Di dilê zarokên pêxwiste wekî hêviyeke şîn dibû û belav dibû
Di Kurdistanê de, geh dibû Şêrîn û Ferzad
Geh dibû Zelal û Xabur
Carna jî Arîn û Tolhildan
Di navsera Xantûrê de dibû darajiyanê. Her diçû mezin dibû di dilê Xantûrê de û dibû sihek ji bo Şervanên Cenga Dîlanê
Geh li navserê
Geh li Rojîn Gewda,
Geh jî li Ş.Berxwedan
Carna jî li hemberê cûdiyê mirada dibû Sitrana azadiyê, di asoyen fireh de bi jiyana azad re digirte dîlana azadiyê, bi keyfxwşî û coşeke ji dil digot; “Xantur warê berxwdaniye warê berxwdane de nude şîn dibe jiyan.”
Mazlum Doğan jî ne digot “Berxwedan Jiyane” Goran jî bû Mazlumê hemdem, bi berxwedaniya xwe danîşandan ku rihê berxwedaniya Botanê û zarokên wêrek ên Botanê tû cara wenda nabê. Di lûtkeyên bilinde hêlîn çêdikir û bi kurahî û bi hesretî li Botanê mezî dikir di çavên Goran de diyar dikir ku êşa gundên hatine şewitandin, zarokên di pêçika hembêza dayikan de hatine qetil kirin, qêrîn û hewara dayikên çav rondik jiyan dikir ev êş dilê Goran de Mertalekî ji pola ava kir. Ji bo ku bikaribe şerbike û tola salan hilîne. Goran wek pepûleya çaremîn bû ku jiyana xwe ji bo welatekê û ji bo hevalên xwe kir siper û bû tovê jiyana azad werêk bûyina Goran tûcara ji bîra me naçe û wê neçe jî kîna dilê Goran de wê bibe armanca şerkirina me û wê bibe pîvana jiyana me. Wê bibe bingeha jiyana azad, wek pepuleyeke baskên xwe vedabûn û ber bi xeleka ji agir ya ku daraberê Ronahiya jiyana me Reber APO ve firiya, birî qandina çavên Goran jî mere bibe nexşeya reyamê û doza me.
Wek Rebêr APO dibêje “jibîr kirin Îxanete” û şehîdan nesipêrin axê bispêrin dilê xwe de, em ê jî ne Goran nejî xeyalên Goran ji bîr bikin û em ê Goran bixin kurahiya dilê xwe de, wê hertim bi me re jiyan bike.
Çiya Agirî / Heftanîn