NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya jinên ciwan ên Ezîdî ji bo piştgiriya Cenga Heftanîn silav bikin û êrîşên dewleta dagirker ya Tirk şermezar bikin daxuyanî dan. Jinên ciwan ê Ezîdî anîn ziman ku Cenga Heftenîn rûmeta mirovahiyê ye û weke Jinên Ciwan ew jî berê xwe didin Çiyayên Azad û tevlî berxwedaniya Cenga Heftanîn dibin.
Berfirehiya daxuyaniya Yekitiya jinên ciwan ên Ezîdî bi vî awayî ye;
“Zêdeyî 2 mehin ku li qada Çiyayê Hêrema Heftanînê berxwedaniyeke mezin a dirokî tê meşandin. Şerê li Heftanîn tê meşandin şerê 2 Îdeolojiya ne. Sîstema Kapîtalîst û desthiladariya beramberê sîstema civaka bi exlaq û demoqrasiyê êrîşên dijwar û hov pêk tînê. Dewleta faşîst û tecawizkar a Tirk û divûkê wê PDK’ê û dewletên hegemon mîna YE û Emerîka dixwaze dagirkeriya xwe û hegemonya xwe li ser axa Kurdistanê bidomîne. Bi vî awayî jî bi taybet desteka xwe ji aliyê madî de peşkêşî Serok çete Erdoxan dike. Lê Gerîlayê azadiyê Kurdistanê bi mehan beramberê teknolojiya herî nû xurt berxwe didin. Şerekî bêhempa, fedaî û bi pisporî dimeşînin.
Çawa ku di sala 2014’an heman Şervanên azadiyê, Şervanên serok Apo xwe gihandin Şengalê û gel me ji fermanê rizgar kirin em jî wek yekitiya Jinên Ciwan ên Ezîdî amadenê ku tevlî Cenga Heftanînê bibin. Refên berxwedaniyê bibin. Em e jî weke jinên ciwan yên Ezidi mafê xwe dîbinin ku vîna xwe ya azad tevlî nav refên Gerîla bibin. Ji bo me erkekî herî pîroz dît ku li kêleka van qehremanan li Cenga Heftenînê Şerê azadî û rûmetê bimeşînin.
Banga me hemû ciwanên Ezidî ew e ku tevlî refên berxwedaniyê bibin. Çawa ku di 2014’an de Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê li gelê Ezidî xwedî derketin em jî soza xwedî derketina berxwedaniya Cenga Heftanînê didin. Her der Heftanîne her der berxwedane.
Bijî Cenga heftenîne
Bijî Berxwedaniya Gerîlayan
Bijî Serok APO
Bê Serok jiyan nabe