NAVENDA NÛÇEYAN – Xelkê gundê Şahînî û Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê bi girseyî sersaxî ji malbatên gerîlayên HPG’ê Xalidê Hamidî (Baz Rojhilat) ê 13’ê Tebax li Zap û Milet Qûbadî (Mezlûm Cûdî) ê 9’ê Tebaxê li Heftanîn şehîd bûbûn, xwestin û ew bibîr anîn.
Tevî dorpêç û zexta zêde ya hêzên rejîma Îranê jî gel bi girseyî çûn serdana malbatên şehîdan sersaxî li wan dan.