ŞEHBA – Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên tevgerê li gundê Hasîn a kantona Şehbayê ji aliyê endamê tevgerê Zu El-Feqar Welo ve hate xwendin.
Zu El-Feqar Welo got: “Şerê ku ev bi salan rû dide hemwelatîbûn û mirov dike hedef. Armanc ji van şeran pêkanîna berjewendiyên hêzên kapîtalîst e, guhertina demografîk a gelên herêmê ye. “
Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên li ser Heftenînê û hate gotin: “Tiştên ku li Heftenînê rû didin diyar dike ku dijmin nikare bighêje armancên xwe. Şerê li Heftenînê beşek ji komploya navnetewî ya li djiî rêber Apo ye, her wiha berdewama êrişên hovane û faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê ye. Şerê dawî yê li ser Heftenînê derbekirina kesayeta têkoşer ê netewî û welatparêz e. Dijmin dixwaze nasnameya gelan, edeolojiya hevjiyana azad û jiyana hevbeş têk bibe.”
Di daxuyaniyê de hata diyarkirin: “Em ciwanên şoreşger ên kantona Şehbayê em ê hevgitin û rêxistina xwe mezin bikin, da ku ciwanekî şoreşger ava bikin û rêgez û pîvanên giştî li gorî felsfeya Apo bikin ye. Em soz didin ku em ê pişgtigriyê bidin berxwedanên Başûrê Kurdistanê û Heftenînê.”