QOSER – Li Taxa Sirtê ya Ortakoya Sakaryayê êrîşî karkerên Kurd hatibû kirin.
Li Qosera Mêrdînê jî komek ciwanan ji bo ku nerazîbûnê nîşanî êrîşan bidin, bi sloganan li nava kolanan meşiyan. Ciwanan sloganên ‘Bêdeng nemîne, wê dor were ser te’ û ‘Wê Qoser bibe gora faşîzmê’ berz kirin. Bi korne û pîspîskan piştgirî dan ciwanên çalakger.