Daxuyanî ji aliyê Sîham Qeryo ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:
“Bi boneya salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahî şênî û pêkhateyên gelê Sûriyê bi giştî pîroz dikin. Ev rêveberî, ji encama têkoşîna aştî ya demokrasiyê ya ji destpêka aloziya Sûriyê ve ye. Pêkhateyên herêmê têkoşîna aştî û demokrasiyê esas girt, da ku rêveberiyeke demokratîk pêk bînin ku di 2014’an de dest pê kiriye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev du sal e piştgiriya hewldana avakirina vîna civakê piştî rizgarkarina herêmên berfireh ji rêxistina DAIŞ’ê dike, jê jî herêmên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê ne. Ji ber ku pêwîstiyeke girîng di aliyê xizmetguzarî, civakî û siyasî de heye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji du salan û heta niha, bi hemû rêbazan têkoşîna pêkanîna daxwazên pêkhateyên herêmê dike. Her wiha rola wê ya dîrokî li dijî terorê hebû û hê jî xebata li dijî terorê berdewam e. Têkoşîna Rêveberiya Xweser di gihandina çareya demokratîk de ku bibe modela li Sûriyê, berdewam e. Ew jî bi rêya xebatên dîplomatîk û siyasî yên başdariya li çareyên siyasî ku nûnertiya rastîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, pêk hat.
Tevî astengiyên li pêşberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hewldanên fitne, sîxurî, êrişên çete û dewleta Tirk a dagirker û dorpêçkirina herêmê, hewl da tevahî pêdiviyên gel û pêkhateyên herêmê ji parastin, ewlehî û aramiyê dabîn bike û bi hemû hêza xwe ya leşkerî û siyasî li hember hemû hewldanan sekinî. Li gel wê jî parastina herêmê ji kişandina nava nakokiyên hundirîn, tevliheviya herêmê, binketina destkeftiyên gel, Rêveberiya Xweser û têkoşîna QSD’ê dike. Ji ber di vê di dawiyê de dijmin berê xwe daye fitneya bi rêya suîqastkirina serokên eşîran û ciwanan li dijî gelê xwe dike sîxur.
Li aliyekî din jî rêveberiyê bi awayekî xurt tevî hemû derfetên kêm li pêşberî pandemiya vîrusa koronayê (Covid-19) sekinî.
Li gel tevahî astengî û dorpêçên heyî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftıyên dîrokî bi dest xistin. Hê jî li hember planên derve yên hedefgirtina vîna gel, têkbirina wan destkeftiyan û projeya neteweya demokratîk, disekine û têk dibe.
Bi boneya salvegera duyemîn a Rêveberiya Xweser em bang li hemû gelê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku zêdetir piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û saziyên ewlehiyê, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hemû saziyên xizmetguzarî û civakî û xwe li derdora vê tecrubeya dîrokî kom bikin.
Em bi vê boneyê soza berdewamkirina têkoşîna demokratîk, siyasî û civakî didin ku parastiya vê projeya pêşeng bikin. Her wiha soz didin şehîd û gelê xwe ku nûnertiya vîna gel a siyasî û pêkanîna xwestekên Sûriya demokratîk ya nû bikin. Em ê li ber xwe bidin ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî rizgar bikin û garantiya birûmet a vegera şêniyên xwe yên koçber bikin.”