NAVENDA NÛÇEYAN – KODAR’ê bi boneya dûyemîn salvegera şehadeta endam û gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê; Endamê Meclisa KODAR Argeş Karzan, Endamê Meclisa KODAR Tolhildan Sine, Endamê Komelgeha Ciwanên Rojhilat Dilovan Feda û Fermandarê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistan YRK’ê Rojhat Bokan ku di sala 2018’an de li Herêma Sine ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bibûn, daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Di daxuyaniya KODAR’ê de ev tişt hatin gotin; “Şehîdbûn pêşkêşkirina bedel ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîne. Ti netewek bê bedel nagihi azadiya xwe. Şehadeta şehîdên PJAK Argeş Karzan û hevalên wî yên li çiyayên Herêma Sine di encama komployek desthilata Îranê bi alîkariya dewleta Tirk de çêbû.Ev şehîdên serbilind bi berxwedana xwe pîlana dijmin vale derxistin. Şopandina rêya wan şehîdan tê wateya têkoşîna dijî êrişên hevbeş yên Îran û Tirkiye yên ku bi armanca ji holê rakirina gelê Kurd tên kirinin.
Dema ku di sala 2018’an de PJAK û KODAR’ê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa kurd li Rojhilata Navîn û Îranê, nexşerêyek pêşkêş kir, rejîmên Îran û Tirkiyeyê bi hevre êrişê gerîlayên Rojhilat, Rojavayê Kurdistan û êrişên hewayî birin ser wargeha penaberan a Mexmûr û Şengalê.
Em di demek wisan de şehîdan bi bîrtînin ku li seranserê her çar parçeyên Kurdistanê dijmin ber bi şikestinê ve diçe. Hemû hewldanên rejîma Îran û Tirkiyeyê têkbirina netewa gelê Kurde. Komara Îslamî di siyaseta xwe ya bêdeng kirinê ya li dijî gelê Kurd de dewam dike. Dewleta Tirk û Îranê xwediyê karekterek statoperezin û êdî pêşbaziya pirsgirêkên xwe ji der ve dike. Ev jî bi rêya xeta xiyanetê dike. Bi awayên cûda hewl dide dûbare xaka Kurdistanê dagir bike. Îran ku di qeyranek mezin re derbaz dibe, dixwaze hemû gelan biçewisêne.
Em weke KODAR dûbare şehîd Argeş Karzan, Tolhildan Sine, Rojhat Bokan û Dilovan Feda û hemû şehîdên din bi bîrtînin. Bi hêviya serkeftin û azadiya gelê me bi gelê din yê Îran û Rojhilata Navîn re, em banga xwedîderketina rê û rêbaza şehîdan dikin. Heya niha hemû êrişên dijminê faşîst têkçûne û bê encam mane. Erkê hemû gelê me, bi taybet ciwan, jin û rewşenbîr, bi piştevaniya bi Rêber Ocalan û gerîlayan re xwedî helwest bin. Hemû kes piştevaniya kampanyaya Azadî ji bo Rêber Ocalan bikin. Erkê hemû kesê ye ku berpirsyartiya xwe li hemberî şehîdan bicih bîne. Em di wê hêviyê dene ku emê bi berxwedanê dijmin bişkînin. Serkeftin, azadiya gelê me û neteweyên din yên Rojhilata Navîn nêzîke.”