NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandin, kesên nenas bi erebeyeke “Santa Fe” gule li leşkerên dewleta Tirk ên li derdora baregeha leşkerî ya li bajarokê Meteriê yê li derdora bajarê Erîha yê başûrê Idlibê kirin û leşkerek mir û 1 jî birîndar bû.
SOHR`ê di 29`ê Tebaxa derbasbûyî de ragihand ku erebeyeke bombarkirî teqiya û êrişek li dijî nuqteya artêşa Tirk a li gundê Selet El-Zihûr a li rojavayê Idlibê pêk hatiye.