Yekîneyên Antî Terorê li dijî MÎT’a Tirk operasyon kir: Gelek cebilxane û teqemenî bi dest xist

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gelek cebilxane û teqemeniyên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) bi dest xist. Hate ragihandin ku MÎT'ê amadekariya êrişê dikir, ku tevlîheviyê derxîne.

Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:

“Gelek cebilxane û teqemeniyên ku ji aliyê MÎT’ê ve li Til Ebyad (Girê Spî), bi armanca li herêmên ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne alozî û tevliheviyê derxe, hatibûn amadekirin, ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve di 02.09.2020’an de hatin desteserkirin. Bi wan cebilxane û teqemeniyan dixwestin li Reqayê jî aloziyekê wekî li Dêra Zorê hatibû derxistin û negihaştibû encamê, derxin. Bi vê operasyonê ev amadekariyên MÎT’ê hatin têkbirin.

Cebilxaneya ku hat desteserkirin;

•83 mayin

•50 dewre

•1 demançe

•82 fîşekên demançeyê

•2 dengbir

•2 AK-47

•8 jarjorên AK-47

•700 fîşekên AK-47.”

Nivîsa Pêş