HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetan êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Di derbarê Berxwedana Cenga Heftanînê de Kordîneya Cenga Heftanînê Batufa Çekdar nerînên xwe ji ajansa me re parvekir û wiha da diyar kirin; Ji bo her bostek axa kurdistanê ji dagirkeran were rizgarkirin xwîn tê rijandin.
Armanca Oparasyona Li Ser Heftanîn Çiye?
Heftanîn evîneke bê emsale, rûmeteke ku her kes nikare xwe bigihînê, xweşikiyeke ku li her warî nayê dîtin, hezkirineke ku tenê şervanên azadiyê dikarin bijîn û bidin jiyîn. Aha ev e ya ku her kêliyê evîndarên wê amade ne ji bo xwe bigihînin evîna xwe dikarin her fedakariyê bikin. Ax rûmete, rûmet jî namûse ji bo hemû civakan. Bêgoman ger ev civak civaka kurd a ku bi sedsalane êşa welatekî weke Kurdistanê yê xweşik yê her kêliyê rastî dagirkerin û destdirêjiyan te be. Wateya vê têgehê zêdetir dibe. Ji ber ew civak û gelên axa wan hatî dagirkirin dikarin xwedî lêgerîna azadiyê bin. Her wiha dizanin ku dema axa dayîkê ji dest biçe di dil û mejiyê mirovên welatparêz de çawa birînên xedar vedibin. Elbet ev birin dikarin her kêliyê mirov bikujin. Ku li Kurdistanê bi deh hezaran kal û pîrên me di dema zikratê de jî axînên kûr yên êşa welatekî bindest dikêşînin û çavên wan li pey zarokên wan yên di bin navê kuştinên faîlên wan ne diyar de hatin windakirin, lê em dizanin faîlên wan dewletên dagirkerên Kurdisatanê ne vekirî dimîne û bi vê êşa dijwar ve diçin ser dilovaniya xwe. Bi vî awayî çawa li vê cîhanê rojeke xweşî û azad nedîtin bi vê janê ve çavên xwe li jiyana ku qet nebû ya wan digirin.
Aha ev e ya ku ji bo her bostek axa kurdistanê ji dagirkeran were rizgarkirin xwîn tê rijandin. Li ser her bostek axa vî welatî xwîna Egîd û Zîlanekê heye. Û bi rengê her şehîdek vî welatî kulîlkek vebûye. Li welatek wisa bêrîkirinên azadiyê jî her kêliyê zêdetir dibin. Û ev bêrîkirin werdigerin lêgerîna azadiyê. Di dîroka hemû gelan de jî şer û têkoşîna herî dijwar ji bo xwe gihandina azadiyê hatiye dayîn ku ev jî tu car bê bedel nabe. Her dem bedelên herî giran di oxira azadiyê de hatine dayîn. Ev jî gotina ku dibeje, ‘’Kahraman-cesûr carekê dimirin, lê tirsonek- xayîn her roj dimirin’’ rasteqîn dike. Lehengên vî welatî şervanên azadiyê dîrokekê di nava temenê xwe yê kin, ciwan û bi wate de bi cih dikin. Wê dîroka gelê xwe ya bi êş ji kûr ve dijîn û pêşeroja azad a gelê xwe jî pêşî di bawerî, hest û hizra xwe de qezenc dikin. Bi van hest, hizir û zanistê barê berpirsiyariya azadiya gelê xwe rakirin û radikin.
Lewre li ser vê axa pîroz gelek lehengî hatin jiyankirin û hîna jî tên jiyankirin. Ji ber van tevan dikarim bêjim em weke civaka Kurd xwedî dîrokeke bi serpêhatî, destanên lehengiyê, fedakarî û fedaîbûnên mezin nehatî nivisadinê dagirtî ne. Weke ku çîroka vê lehengiyê nehatiye nivîsandin, destana wê jî, strana wê jî, romana wê jî nehatiye hûnandin. Ji ber li welatê me ne tenê şerê dagirkeriyê kirin û bûyîna leheng sûçe, di heman demê de çîrok, destan, roman, helbest û strana wê nivîsandin û bi awazkirina wê jî bûye sûcekî ku dikare ji bo wê were girtin, kuştin û îşkencekirin. Çima? Ji ber nivîsandina her hevokeke lehengiyê dikare pêşengtiya berxwedaneke rûmetê bike û zanista tercîha azadiyê pêşbixîne. Lewre neyarên Kurdan yên weke Erdoğan ên faşîst û dîktetor biqasî teqîna fîşekekê ewqas jî ji nivîsandina rastiya ruhê ku wê fîşekê diteqîne nivîsînê jî ditirse. Ev jî hişmendiyeke dagirkere ku dixwaze bi vê şêwazê hafiza-bîra civakan bi careke ji holê rake. Ji bo vê pêkbîne jî her cûreyê zext û zoriyê li ser civak û gelê me rewa dibîne. Dike û dide kirin. Bi xwe vê dikin ne beşe bi taybetî dewleta Turk a dagirker û îro şefê wê dîktetor Erdoğan û dagirkerên 3 parçeyên din yên kurdistanê jî bi rûmeta hin Kurdan dilîzin wan dikin hevkarê xwe û di nava çirava xiyanetê de difetisînin. Bi rêka van xayînan dikarin xwe bigihînin her cihekî Kurdistanê û her cûre xirabiyan bikin. Kurd kirin dijminê Kurdan bedelî çend kurûşên heram a dide van xayînên ku rûmeta xwe firotin û Kurdan bi hev re didin şerkirin. Li aliyê din jî ew di köşk û serayên xwe de rihet rûdinên.
Ev xayînên ku ji rûmeta Kurdê azad bê par mane her fedakariyê ji ber dijminê xwe ve dikin. Êdî hatine wê astê ku weke di dîroka tu gelan de nehatiye dîtin dikarin bibin qatîlê zarokên xwe yên xweşik, fedakar, fedaî û leheng. Ma gelo wê kîjan wijdan û exlaq vê qebûl bike. Weke bi hezaran mînakên li Kurdistanê yên beriya dîroka PKK ê û bi derketina PKK ê re hatin dîtin, îro jî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Heftanîn jî dîsa bi pêşengiya van xayînên kontra yên Kurd ve çêbûn û çêdibin. Ev 40 sale em bi dewleta dagirker a Turk re şer dikin. Em parformansa wan a şer a li hember gêrîla baş dizanin. Ger ku ew xayînên Kurd nedin pêşiya wan û wan gav bi gav bi pêş de neyinin ew nikarin di bostek axa Kurdistanê de bi pêşve werin. Tenê nadin pêşiya wan û wan nayînin. Di heman demê de wan bi her awayî di şert û mercên zehmet ên çiya de didin jiyankirin. Dibin koleyên ber deste wan yên ku mewziya wan çêkin, cihê wan saxilem bikin, nobeta wan di eniya herî pêş de bigirin û wan biparêzin. Ji ber ger ew Kurdekî xayîn be jî kuştina wan ji bo neyarên Kurd cihê kêfxweşiyê ye. Heta di oparasyona dawî de ji ber artêşa dewleta dagirker li hember berxwedana gêrîla kete nava sendromeke mezin de. Disa di her warî de ev kontra û cerdevan dane pêş. Elbet gêrîlayên azadiyê ne tenê li hember leşkerên artêşa dagirker şer dikin, di heman demê de li hember kobra û sîkoskêyan jî şer dikin. Êh di vê rewşê de kobra û sîkoskê jî nikarin bi rihetî bikevin qada Cenga Heftanîn û pêwîstiyên leşkerên xwe bi cih bînin. Lewre leşker di nava sefaleteke mezin de ne. Li pir tepeyan bê av û xwarin dimînin. Aha li vir dîsa koleyên neyarê xwe û neyarên gelê xwe cerdevan, sîxur û kontrayên Kurd bi hewara leşkeran ve digihêjin û bi hêstiran av û xwarinê ji wan re tînin. Bi vî awayî wan didin jiyankirin. Tu yê xwe ji dijminê xwe re feda bike ku di her kêliya ew pêşve tên de mirin heye. Vê didin ber çavan, lê belê bûyîna mirovek xwedî rûmet û di xizmeta gelê xwe de jiyankirinê nadin ber çavan. Rastiya hevkarên dagirkeran ev e. Lê em ê jî weke dersên me ji dîrokê girtin dîsa Dibinin ku wê dawiya tevan bibe weke ya Reyberê xayîn yê ku pêşngê serîhildanê Alîşêr û Zarîfa qetilkirin û serê wan bir ji neyar û tecawîzkarên rûmeta gelê Kurd re, lê ruxmê wê jî nekarî serê xwe jî ji jêkirinê rizgar bike û dawî serê wî jî jê dikin û diavêjin ber kuçikan. Elbet di vê buyara dîrokî de Alîşêr û Zarîfa weke leheng û fermandarên pêşeng di dîroka gelê Kurd de bi tîpên zêrîn hatin nivîsandin. Lê Rêyber jî bi xiyaneta xwe her kêliyê di vê dîrokê de hate lanetkirin û wê her were lanetkirin.
Berdewam dike……