QAMİŞLO – Îro li bajarê Qamişlo meşek ji alî Kongra Star ve hat li darxistin di demijmêra 10’an de ji Çerxerêya Rojhilat ve dest pê kir û li kolanên sereke geriyan heta dewara Sonî gel rawestiya. Bi deqeyek rêzgirtin dest bi çalakiya xwe kirin, piştî wê ji aliyê Endama Kongra Star Remziya Mhemed ve daxwiyanî hate xwendin.
Remziya bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a dagirker û bi taybet yên li ser HEFTANÎNÊ û bikaranîna wan çekên herî giran şerekî hovane didin meşandin. Her wiha jî bal kişandin ser tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tên meşandin, zext û zora ku li ser îmraliyê tê ferzkirin ji bo wê banga hemû gelê Kurd dikim ku rabin ser piya û neqebûl kirina xwe diyar bikin.
Çalakî bi Siloganên “BÊ SEROK JIYAN NABE” bi dawî bû.