HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetan êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Di derbarê Berxwedana Cenga Heftanînê de Kordîneya Cenga Heftanînê Batufa Çekdar nerînên xwe ji ajansa me re parvekir.
Batufa wiha dest bi axaftina xwe kir; Belê Cenga Heftanîn li hember vê hişmendiya dagirker û çanda hevkar-noker a bi neyarên Kurdan re weke sekneke berxwedana rûmetê destpêkir û hîna jî dewam dike.
Çend roj mane ku sala oparasyona artêşa dagirker a artêşa Turk li Heftanîn tejî bibe. Û di heman demê de sala berxwedana destanwarî ya Cenga Heftanîn jî wisa. Ger em rastiya berxwedana vê Cengê bi hemû ziraviyên wê re bigirin dest roman jî têrê nakin. Em jî di nava vî şerî de ne û hûn ê weke xwendevan û şopînerên Cenga Heftanîn textîr bikin ku dema me ya em bi van ziraviyan tevan binivîsin nîne.
Lê belê li vir em dikarin bi cewherî li ser armanc û şêwaza vê oparasyona dagirkeriyê rawestin. Weke van 40 salên borî malûm hîna jî dewleta dagirker a Turk û faşîzma AKP-MHP di pêşengiya şefê şerê taybet Erdoğan de çîroka xwe dûbare dikin û dibêjin, em ê PKK ê ango bi gotina wan terorê biqedînin. Li vir a pêşî were gotin ji bo wan ev e gelo hûn ji derewa xwe ya 40 salan dûbarekirinê têr nebûn.? Lê em dizanin ku hişmendiya dagirker enerjiya xwe ji derewên xwe yên diafirînin digirin û dixwazin hebûna xwe wisa bidomînin. Aha rastiya dagirkeriya dewleta Turk jî wisa ye. Lewre xwestin li oparasyonên xwe yên dagirkerî yeke din jî zêde bikin. Hedefgirtina wan a Heftanîn jî ne tesedûfiyek bû. Her ku gavekê nêzî sedsaliya peymana qirkirina Kurd peymana Lozanê dibin telaşeke mezin dewleta dagirker digire. Ji ber sala 2023 an dema vê peymana qirêj a ku bi destê dagirkerên Rojhilata navîn û hêzên dagirker ên hegonomîk Kurdistan di nava çar dewletên dagirker de hatî parkirin bi dawî dibe. Piştî vê Peymanê û heta roja îro gelek tişt di civaka Kurd de hatin guhertin. Têkoşîna azadiyê ya ku ev nêzî nîv sedsalêye di pêşengiya Rêber APO-PKK ê de didome û hemû hesabên hêzên dagirker yên hundir û derve serobinî kirin. Êdî gelê Kurd bê serî û pêşeng nîne û Kurd jî ne ew Kurdê bereyê ku her lîstok li ser were kirin û ew wateyê nede vê û nikaribe pêşiya vê bigire. Lewre dagirkerên Kurdistanê nikarin xeyala ku wê Kurdistan ji dest wan biçe tahmûl bikin û vê weke pirsgirêkeke bekayê ya mezin dibinin. Ango hebûn û tunebûna dagirkeriya dewleta Turk bi vê statuya heyî parastinê ve dibînin. Lê belê ji bo ya heyî ji dest neçe divê hesabên xwe zêdetir berfereh bikin. Lewre êdî şefê şerê taybet Erdoğan nikare bi tendürüstî bihizire. Her roj lanetê li lîderê komara Turk Mustfa Kemal tîne. Dîsa pêşî Rojava û Başûrê Kurdistanê dikeve nava hesabên dagirkirina gelek welatên cîran de jî.
Ji bo vê ji aliyekî ve êrîşî nirxên şoreşa Rojava kir ku li hember artêşa çeteyên Erdoğan DAIŞ ê serkeftineke mezin a ku li seranserî cîhanê deng vedabû kir. Lê çavê wî netenê li Rojava ye. Dixwaze nîvê Sûrî Heleb jî di serî de bigire bin serweriya xwe. Her wiha ji aliyê din ve jixwe bi salane bi hevkariya li dijî PKK ê ya bi hêzên Başûr PDK ê re ji 40 î zêdetir baragehên xwe yên leşkerî di Başûrê Kurdistanê de bi cih kirine. Di heman demê de petrol û aboriya Başûr bi carekê di berjeweniyên xwe de ji nû ve dîzayînkirin. Artêşeke îstîkbareta Turk bi hevkariya ‘’Parastin’’ di Başûr de bi cih kir û gelek Kurdên ku bi birçîbûnê terbiye kirin xistin nava vê xefka xwe ya xiyanetê û ji xwe re bikartînin. Bi kinahî çîroka vê rewşê gelekî dûdirêje. Lê bi kinahi dikarim bêjim ku li Başûrê Kurdistanê kelhe ji hundur ve hatiye fetihkir. (ku dema dewleta Turk a dagirker êrîşî Rojava kir, gelê me yê welatparêz yê Başûr got, Rojava li ber xwe dide û vê berxwedanê di raya giştî ya cîhanê de jî piştevaniyeke mezin avakir. Lê Başûrê Kurdistanê bêdeng û bê berxwedan hatiye dagirkirin) Li vir di hundur de rastî tu astengiyan nehat, berovajî wê piştevaniyeke tam ji xiyaneta PDK girt. Lê li vir tîsta tehdîta herî mezin li pêşiya hêzên dagirker ji bo hebûna xwe di her warî de li Başûr rewa bike û Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke xwe û xeyala xwe ya sedsalekê ya petrola Musil-Kerkuk bigire bin garantiyê tenê û tenê PKK asteng e.
A yekemîn PKK a ku bi fikir û felsefeya Rêber APO ve hatî vê rojê xwedî bîrdozî û çandeke neteweyî ye û dersên mezin ji dîroka Kurd û Kurdistanê girtine û her gava xwe ya diavêje di vê çarçoveyê de xwedî li nirx û rûmeta neteweyî derdikeve. PKK ji roja derketî heta roja îro li çar parçeyên Kurdistanê bi fedakarî û bedelên giran ve li civak û nirxaên civaka xwe xwedî derket. Di ferasta PKK ê de Kurdistan yeke ne çare. Lewre gêrîlayên azadiyê ne tenê li Bakurê Kurdistanê di nava şerekî dijwar de ne. Di heman deme de yek ji qada berxwedan û şerê gêrîla parstina nirxên gelê me yên Başûrê Kurdistanê ye ku ji bo van destkeftiyan bi hezaran şehîd dane. Ev ji 30 salî zêdetire hêza herî çalak ya parastina ax, tevahî nirx û sînorên Başûrê Kurdistanê gêrîla dike û wê vê erka xwe ya neteweyî û welatparêzî bi hemû hêz û fedakariya xwe ve bidomîne. Ev jî tehdîta herî mezine ji bo berjewendî û hesabên hêzên dagirker ku di serê van hêzan de jî bêgoman dewleta dagirker a Turk tê.
A duyemîn êrîşên dewleta dagirker a Turk ne weke ku ew û hêzên hevkar PDK e dibêjin, ji bo ‘’ku gêrîlayên azadiyê li van herêmên Parastina Mediya hebûna xwe didimînine.’’ Sedama van êrîşan aliyek wê yê kêm ev jî be ya herî esasî û bingehîn gêrîla li pêşiya bi carekê û hêsanî dagirkirina hemû nirxên Başûrê Kurdistanê astengiyeke mezine û hemû hesabên hêzên dagirker serobinî dike. Sedema êrîşên ew çend dijawar yên van 6 salên dawî yên li ser Herêmên Parastina Mediya jî ev e. Ev 6 sale bê navber dibêje, min gêrîla li Bakurê Kurdistanê qedand û diqedînim. Lê di van 6 salan de gêrîla ne tenê li Bakurê Kurdistanê negediya. Di heman demê ji Behra Sipî heta bi Botanê gêrîla her rêze çalakiyên bi bandor kirin. Îro jî çalakiyên gêrîla ne tenê li çiya û çoltaran li hemû bajarên Turkan belavbûne. Lê ji bo rewabûna hêza me neyê dîtin ji aliyekî ve bi sansürên dideyîne ser mediyayê û ji aiyê din ve jî bi poropagandayên şerê taybet ve civaka xwe dixapîne ango dixwaze bixapîne ku PKK li ber xilasiyê ye. An jî xilas dibe û bi vî awayî dixwazin rastiyan berovajî nîşan bidin. Ger rastî PKK e li ber xelasiyê ye û wê xilas bibe ev çi tirs û panîka mezin a rejîma AKP-MHP ê ye ku ji du gotinan yeke gotinên wan pirsgirêka bekayê tînin ziman.! Ev jî bi serê xwe cihê anlîzeke pîskolojîk a rejîma AKP-MHP ê ye. Textîra analîza vê jî ji we şopîner û xendevanê hêja re dihêlim.
A sêyemîn di çarçoveya van analîzan de çima Heftanîn.? Bêgomane ku Heftanîn deriyê esasî yê ku ji du aliya ve pêşiya xwe paqij bike û bikeve Başûrê Kurdistanê ye. Raste Heftanîn sînorê sifir yê di navbera Herêmên Parastina Mediya û Botanê de ye jî. Lê sedema êrîşeke ew çend dijwar a li ser Heftanîn a bingehîn ne ev e. Ji ber ev taybetmendiya Heftanîn ne nû tê zanîn ji aliyê dewleta dagirker a Turk ve. Jixwe salên dirêj bû dewleta dagirker ev dizanî. Ya din jî baş dizane ku gêrîla ne wisa bê alternetîfe û dikare her rêkê bibîne ji bo xwe gihandina Bakurê Kurdistanê. Li vir sedema bingehîn me gotibû ji 2 aliyan ve ketina Başûrê Kurdistanê ye.
Berdewam dike……..
https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/09/08/taybet-kordineya-cenga-heftanine-keliyen-berxwedan-u-cenge-1/