HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetan êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Di derbarê Berxwedana Cenga Heftanînê de Kordîneya Cenga Heftanînê Batufa Çekdar nerînên xwe ji ajansa me re parvekir.
Batufa wiha dest bi axaftina xwe kir; A yekemîn dixwaze xeta ku sînorê Bakur û Başûr dibe yek û di heman demê de di navberê de deriyê Xabûre. Di heman demê de ger çiyayên Heftanîn yên ku gêrîla tê de parastina axa Başûr dike bigire tu astengî li pêşiya xwe berdana deşta Zaxo û Duhokê namîne. Û wê bi rihetî karibe li ser deşt û bajarokên van herêman hakîmyeta xwe ava bike. Ji ber vê piştî 15-20 rojên oparasyona 16 hezîrana 2020 an derbas bûn, şefê şerê taybet yê dewleta dagirker Erdoğan got, ‘’erka herî zehmet a li pêşiya mehmedcikên me erka xwe berdana deştê ye.’’ Baş e ma gêrîla li deşta Zaxo û Duhokê ye ku wê biçe deştê li kê bixîne û çibike.? Wê oparasyona vê derê li hember çi û kê bike.? Bersiva van pirsan û gelek pirsên din li gel me zelale, lê em dixwazin hêzên Başûr û gelê me yê Başûr bersiva van pirsan baş bibîne. Ji ber vê her roj bi balafiran li derûdora Dêrkarê, Zaxo û Duhokê dixe, gel qetil dike û dixwaze çavê gel ji niha ve bitirsîne. Da ku gel di rewşeke wisa de nikaribe li pêşiya wan bibe asteng. Divê gelê me vê rastiyê baş bixwîne.
A duyemîn bi ketina deşta Zaxo û Duhokê re tê wateya vebûna deriyê ketina Şengalê jî. Bêgoman di roja pêşî ya oparasyona Heftanîn a di 16 hezîrana îsal de destpêkirî de dewleta dagirker û hemû mediyaya wê ya kukla ev rastî tevî şefê xwe yê şerê taybet Erdoğan bi eşkereyî û bêgoman anîn ziman. Gotin, ‘’hedefa oparasyona Heftanîn xwe gihandina Şengal û hemû çiyayên wê ye.’’ Wê demê çima Şengal? Weke her pirsê divê cihê textîrê be ku bersiva vê pirsê jî li gel me zelal e. Armanca ketina şengalê bi kevirekî du çûk kuştine. Şengal xeta ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê digihîne heve. Di heman demê de deriyê xwe gihandina Mûsilê ye. Bi ketin û girtina Şengalê ve dixwazin Rojavayê Kurdistanê bixin çemberê ev hem ji bo Rojava dibe tehdîteke mezin û hem jî wê têkiliya gelê Şengalê bi Rojava re qut bikin û gelê Şengalê bê parastin bihêlin. Tê bîra raya giştî ku dema fermana 3 tebaxa 2014 an li ser gelê me yê Şengalê çêbû ji aliyekî ve 12 siwariyên di şopa Derwêşê Evdê de çûbûn Şengalê parastina gelê me yê Şengalê kirin û ji aliyê din ve jî şervanên YPJ-YPG di xeta deriyê Tilkoçer û xeta Rebîa re korîdorek vekirin. Vê korîdorê hem êrîşên artêşa Erodoğan DAIŞ ê şikandin û hem jî gelê me yê Ezdayî ji qirkirineke temamî rizgar kir. Ev jî di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Aha ji bo pêşiya destwerdaneke wisa bigire, dixwaze vê boriya nefesê ya gelê me yê Şengalê jî ji binî ve qut bike.
Di vê rewşê de dikare bi rihetî xwe bigihîne deşta Musilê û xeyalên xwe yên sedsalane bi împeretoriya fatîh sultan Erdoğan pêk bîne. Li pêşiya pêkanîna vê xeyalê jî tenê û bi tenê hêza parastina galê Şengalê YBŞ û YJŞ û hêza gelê me ya birêxistinkirî ya Şengalê heye. Lewere ji bo xwe bigihîne xeyal û hedefên xwe yên dagirkeriyê divê tişta ku artêşa wî ya çete DAIŞ ê di 3 tebaxa 2014 an de nekarî bibe serî vê carê bi fermana 74 an temam bike. Wisa jî diyare ku ji bo vê bi hêzên Başûr yên hevkar re li hevkiriye. Bêgoman ger ev plana dewleta Turk a dagirker pêk were wê ne tenê gelê Şengal û Rojavayê Kurdistanê winda bike. Pêşî ev tehdîteke mezin a li ser serweriya dewleta Iraqê ye. Di heman demê de bi carekê desteserkirina axa Başûrê Kurdistanê ye. Elbet plana wan bi vê tenê ve bi sînor namîne. Di daxwiyaniyeke ya ji bo oparasiyona Heftanîn de weke ku bejin, ‘’hemû rê di Heftanîn re derbas dibin’’ gotin, ‘’me di astekê de li Heftanîn hin cihên ku me dixwest girtin, niha dora Mexmûre.’’ Raya giştî û gelê me yê Başûr baş dizane ku girtina Mexmûr parçeyek ji plana qirêj ya dorpêçkirina Mûsil û hakîmyeteke bi tamamî a li ser petrola deşta Hewlêr û Hewlêre. Di heman demê de serweriya xwe ya li ser xaka Başûr di her warî de îlankirine.
Aha ji ber van tevan pêşî gotin ‘Heftanîn.’ Lewre divê pêşî gelê me yê Zaxo, Dêrkarê, Batufa û Şengal û pişt re hemû gelê me yê Başûrê Kurdistanê di zanebûna vê de be ku şer û berxwedana Cenga Heftanîn pêşî berxwedan, şer û cengeke mezin a parastina nirxên gelê me yê başûrê Kurdistanê ye. Parastina rûmeta gelê me ya Başûrê Kurdistanê ye. Ev berxwedan bersiva fermana qirkirina 3 tebaxa sala 2014 a li ser gelê me yê Şengalê ye. Bersiva komkujiya li ser gelê me yê Şêledize ye û silavkirina serhildana gelê me yê Şêledizyê. Bersivdana komujiya li Kunemasî û Bamernê ye. Bersivdana ambargo û êrîşên ev saleke bê navber li ser gelê me yê Maxmûrê ye.
Belê hesabên li ser Heftanîn û êrîşên dijawar ên bi hemû derfetên dewleta faşîst a Turk seferberkirinê û bikaranîna teknîkeke herî xurt ya serdemê hemû jî ji bo vê plana xwe pêkanînê ye. Bêgoman ev hesabên hêzên dagirkerin. Lê weke her carê dîsa weke pêşiyên me gotin, ‘’hesabên malê û sûkê-bazarê hevdû negirtin.’’ Li Heftanîn berxwedaneke ku mohra xwe li serdemê bixîne hatekirin û têkirin. Em gêrîlayên YJA STAR û HPG ê yên fedaî li virin û li ser navê hemû gelê xwe û bi taybetî jî li ser navê gelê xwe yê Başûrê welêt li ber xwe didin. Bila di serî de gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî bi ruhê berxwedana Cenga Heftanîn û serîhildana gelê me yê Şêledize rabe serhildanê. Divê gelê me ji her demê zêdetir hemû bandor û berjewendiyên hizbî neyinin aliyekî, di dil mejî û hestên welatparêzî de bibin yek û rabin serildaneke ku rê nede vê dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê. Hêza gel dikare biqasî hêza berxwedana Cenga Heftanîn û ji wê jî zêdetir bi bandor bibe.
Di beşên nivîsa pêşiya me de ez ê hewl bidim çend parçe rastî û atmosfera berxwedana Cenga Heftanîn û lehengên wê bi we re parve bikim. Niha dema we xweş be bi berxwedana Heftanîn re bimînin.
Berdewam dike……..
https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/09/09/taybet-kordineya-cenga-heftanine-keliyen-berxwedan-u-cenge-ii/
https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/09/08/taybet-kordineya-cenga-heftanine-keliyen-berxwedan-u-cenge-1/