RANYE – Duh li navçeya Ranye a ser bi îdareya Raperîn bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngava ‘Em dibêjîn na’ semînerek li ser tundûtujiya dijî jinan hate dayîn.
Endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Peyman Kurdistan di semînerê de axivî û got; “Civakek ku jin tê de bin dest be, ew civak bi xwe jî bindeste. Di nava civaka Kurdan dev bi şêwazên cûda tundûtujî tê kirin. Ev jî ji ber nehişyarkirina civak û ne perwerdekirina wêye. Ev ne hişyariya di nava civakê de ne nûye, bi hezaran sale di nava civakê de belavbûye. Destpêkê civak, civakek demokratîk û bê cûdahî bû. Lê di dema pêşketina sîstema sermayedarî de, cûdahiya jin û zilaman derkete holê. Piştî vê civak ji rastiya xwe dûrket.”
Peyman di dewama axaftina xwe de got ku mixabin niha sîstema sermayedar, jinan ji bo reklaman bikartîne û wiha pêde çû; “Yanî weke kel û pelekê bi jinan re danûstandin tê kirin. Rêzefilmên Tirkî jî şêwaza civaka têk dibe. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide şêwaza çand û hunera Kurdan têk bide. Hemû hewldanên wan ji bo têkbirina çand û hunerê ye. Pêwîste hemû kes bi taybet jin, xwe hîn zêdetir bi rêxistin bikin û semînerên bivî awayî werin dayîn. Divê civak were hişyar kirin, ger civak civakê were perwerde kirin, wê civakak bi tendurist jî derbikeve holê.”