NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a têkildarî 40’emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê daxuyaniyek da got: “Dewleta TC a faşîst ku ji Osmaniyan heta roja me ya îro çanda qirkirin, qetlîam û dagirkeriyê didomîne, bingehê avakirinê li ser xwîna karker, gundî, netew, kêmenetewan, jinan û şoreşgeran… daniye. TC a faşîst bi vê kevneşopiyê Kemalîzim a îdeolojiya fermî ya refa serwer e avakir, parast û pêk anî.”
HBDH’ê bal kişand ser faşîzma contaya 12’ê Îlonê û ev got:
“Em dikevin salvgera 40’an a Cotaya Faşîst a Leşkerî ya 12’ê Îlonê; bi vê darbeyê xwestine tevgerên şoreşger û komînîst û dîsa tevgerên girseyî yên li ser vî bingehî pêşketin û dîsa Tevgera Azadiya Kurd a di vê demê de ku pêşketineke mezin a salên 70’î bi xwe re anî, di rûpelên tarî yên dîrokê de binax bikin. Armanca esasî ya AFC a 1980’î girseyên ku bi zanistî dibin bihelînin, di nava girseyên gel de dejenerasyoneke ya çandî ava bikin, di bin navê azadiya takekesî de ramanê rêxistinkirina mirovî di mejî de tine bikin.
ŞOPDARÊN BERXWEDÊRAN ÎRO LI HEFTANÎNÊ DESTANAN DINIVÎSÎNIN
Tevî hemû polîtîkayên êşkence, qetlîam û qirêj ên AFC a 1980’î çawa ku berxwedana milîtanên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd li gel Tevgerên Şoreşger û Komînîst li Amed, Matrîs, Mamak û zindanên din belav bû, ji nifş belavî nifşekî din bûn; îro jî şopdarên wan berxwedêran li Heftanînê li dijî êrîşên dagirker-îlhak ên dewleta TC’ê ya faşîst li ber xwe didin û bi domdarî destanan dinivîsînin. bi gotina ‘Silavên Kemalê Laz heye’ dijminê gel ê êşkencekar Esat Oktay Yildirim ceza kirin, yên tola hevrêyên xwe dihilînin, îro kir ku neçar bibin dawî li operasyona pençe-kaplan bînin, dijmin tarûmar kiriye û dijmin neçar kiriye vekişe.
Suleyman Cîhan ê li êşkencexaneyên Stenbolê ‘serî da sir neda’; Mezlûm Dogan ê bi gotina ‘Berxwedan jiyan e’ xwe ji bo têkoşîna gel ên hejar feda kir, Fatîh Oktulmuş ê rojiya mirinê veguherand govenda berxwdanê, Haydar Başboga yê berxwedana zîndanan bi dengê xwe yê girs û gur li kolanan olan da; Dîdar Şensoy ê faşîzma 12’ê Îlonê nekarî çok lê dane, bi hezaran ên ku şer hilgirtin ser milan, parêzera şoreşger Ebrû Tîmtîk a xwest ku berxwedana wan bi serketinê tacîdar bike li dijî binpêkirina mafê mirovan a faşîzma AKP-MHP’ê bedena xwe da ber mirinê û gihişte asta nemiriyê, ala şerê me hê bilindtir kiriye.
Dewleta Tirk a faşîst ji bo gelan li dijî hev rabikin, her cûre rêbaz pêş xistine; nakokiyên kûr xistiye nava Elewî-Sunî, Kurd-Tirk, çep-rast; bi xwe bûye rêveberê şerê mezhebî, qetlîam û êrîşan. Qetlîamên li Madimak, Çorûm, Gurgum, Gazî, Roboskî … îro hê jî zindî ne. Dewleta TC a faşîst çanda xwe ya qirker bi girtina şoreşgeran, li Kurdistanê bi operasyonên xwe yên dagirkirin û qirkirinê, gel bera hev radike, êrîşên xwe yên li dijî netewa Kurd didomîne. Êrîşa petron û gundiyên din ên li ser karkerên demsalî yên Kurd ên Mêrdînî ya li Sakaryayê, nîşaneya herî ber biçav a polîtîkaya înkar û îmhayê ya şovenîzma Tirk e.
Xulamê emperyalîzmê TC a faşîst welat kiriye girtîgeh, bi avakirina hêzên milîtarîst, qetilkirina jinan, parastina tecawîzkaran, qetilkirina gelên hejar, dixwaze Kurdistan û Rojhilata Navîn dagir bike.. dema vê jî dike hemû piştevaniya xwe ji hêzên emperyalîst digire; ev jî dike ku em çeperên berxwedanê yên nû ava bikin.
Ji van çeperên berxwedanê darbeyên xurt li wexfên tecawîzkar, li navendên ku operasyonên dagirkerî û îmhayê didomînin, dîsa ji şirketên bûrjûva yên ku hêzê didin aboriya desthilata AKP-MHP’ê dayîn, eniya yekbûyî ya şoreşgerî bi gel re ava bikin.
Li dijî her cûre êrîşên desthilata faşîst a AKP-MHP2ê a dewama AFC a 1980’î ye, ji bo dema nû çeper ava bikin, li nava refên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan mezin bikin, faşîzmê li nava rûpelên tarî yên dîrokê binax bikin.”