NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên 11 û 12’ê Îlonê yên li Stenbolê agahî parve kir.
Li gorî daxuyaniyê, di 11’ê Îlonê de li Kozyatagi ya Stenbolê 4 wesayitên luks ên ‘faşîstên AKP’î’ hatin şewitandin.
Hate ragihandin ku li Ataşehîr a Stenbolê jî galeriyeke wesayitan a ‘karsazekî faşîst ê AKP’î’ bi çalakiya sabotajê hate şewitandin. Hate ragihandin ku 6 wesayitên luks hatine şewitandin.
Di 12’ê Îlonê de jî li Şîle ya Stenbolê depoyeke hilberîna plastîk a ‘AKP’iyên faşîst’ ji aliyê yekîneyên însiyatîfê ve hate şewitandin. Hate ragihandin ku 2 wesayitên xwediyê depoyê ji aliyê yekîneyên wan ve hatine şewitandin.