NAVENDA NÛÇEYAN – HRE’yê di daxuyaniyekê de got,”Hêzên me, 12’ê Îlonê li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li gundê Xezewiyê ya navçeya Cindirêsê çalakiyek kirin.”
Daxuyaniya HRE’ê wiha ye;
Li roja 12ê Îlonê, di seatên ber bi êvarê de, li gundê Xzewiyê ya navçeya Cindirêsê, hêzên me li hemberî 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor lidarxistin. Di wan çalakiyan de di noxteyên ku hatin hedefkirin de şewat derket û teqîn çêbûn.
Di encama çalakiyan de; 7 leşker hatin kuştin, 10 leşker û 2 çete jî brîndar bûn. Her wiha 8 konteynır hatin imha kirin. 2 BMP û 1 tank jî hatin derbkirin.
Piştê çalakiyê ji Efrîn û Cindirêsê 2 helîkopter û gelek ambulans hatin cihên çalakiyan û kuştî û brîndaran rakirin. Her wiha artêşa dagirker gundên navçeya Şêrawa topbaran kir û li ser herêmê tevgera balafirên keşfe çêbûn. Di topbaranan de li gundê Birc Qasê 2 medenî brîndar bûn. Herwiha di gelek gundan de ziyana maddî çêbû.
Ew çalakî ji bo tolhildana pêkanînên derveyî mirovahî ya dewleta Tirk a dagirker ya ku li ser gelê me yê Efrînê dimeşîne hatine lidarxistin.